Nîjerya: Destûra me rê nade zordariya olî

Wezîrê Karên Derve yê Nîjeryayê got welatê wê rê nade zordariya olî û hişyarî têkildarî hewlên parçekirina Nîjeryayê li ser bingehên olî da.

Nîjerya: Destûra me rê nade zordariya olî
4 mijdar, 2025   19:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî serokê Amerîkayê Donald Trump gefa destwerdana leşkerî li Nîjeryayê xwarin ku êrişên kuştinê li dijî xiristanan in, hikumeta Nîjeryayê ragihand ku destûra wê tu carî rê nade zordariya olî.

Wezîrê Karên Derve yê Nîjeryayê Yûsif Tugar di civîneke çapemeniyê ya li Berlînê de got ku "Ne pêkan e hikumeta Nîjeryayê di tu zordariya olî de bi çi rêbazê yan jî şêweyê dibe bila bibe, piştgiriyê nade."

Trump li ser medyayên dîjîtal di vê dawiyê de gotibû wî ji Pantagonê daxwaza danîna plana êrişa gengaz kiriye, "Ji ber ku xiristiyan bi hejmareke pir mezin tên kuştin."

Tugar diyar kir ku Nîjerya xwedî destûrekê ye û li gorî wê jî bi azadiya olî û serweriya qanûnê pabend e.

Tugar hişyarî ji hewldanên parçekirina Nîjeryayê li gorî olan, da hevpîşeyê xwe yê Almanî û got: "Tiştê ku em dixwazin ji cîhanê re zelal bikin ew e ku nabe em Sûdaneke din çêkin."

(mh/fr)