Li Siwêdayê "Sendoqa Piştevanî û Geşepêdanê" hat avakirin

Komîteya Bilind a Qanûnî ya Siwêdayê, bi armanca pêşxistina rewşa xizmetguzarî, peydakirina pêdiviyên şêniyan, destekdayîna malbatên şehîd, revandî û malbatên ku rewşa wan a aborî xerab e, pêşxistina projeyên veberhênanî û peydakirina derferên kar, "Sendoqa Piştevanî û Geşepêdanê" ava kir.

Li Siwêdayê "Sendoqa Piştevanî û Geşepêdanê" hat avakirin
Li Siwêdayê "Sendoqa Piştevanî û Geşepêdanê" hat avakirin
Li Siwêdayê "Sendoqa Piştevanî û Geşepêdanê" hat avakirin
Li Siwêdayê "Sendoqa Piştevanî û Geşepêdanê" hat avakirin
4 mijdar, 2025   20:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Bilind a Qanûnî ya Siwêdayê biryara 19ˊan a avakirina "Sendoqa Piştevanî û Geşepêdanê" da. Ev sendoq rasterast bi komîteyê ve girêdayî ye û navenda wê li avahiya Mala Hikumetê ya Siwêdayê ye.

Li gorî biryarê, armanc ji vê sendoqê ew e ku rewşa xizmetguzarî ya Siwêdayê were bipêşxistin û bi rêya destekdayîna malbatên şehîdan, malbatên revandiyan û malbatên ku rewşa wan a aborî xerab e, pêdiviyên şêniyan werin peydakirin. Li kêlek wê projeyên veberhênanî jî werin bipêşxistin, derfetên kar werin peydakirin û aboriya parêzgehê were geşkirin.

Hat diyarkirin ku çavkaniyên veberhênanên vê sendoqê bexş, diyarî, alîkariyên xwecihî û navneteweyî, dahatoyên ji ber veberhênanên pereyên wê, çalakiyên wê û bacan in.

Pereyên sendoqê li gorî sîstema jimarkarî, di bin çavdêriya darayî ya aliyê serbixwe ku komîte tayîn dike tên bikaranîn. Tê payîn perspektîvên pêkanînê di nava 10 rojan de derkevin.

Ev ragihandina avakirina sendoqê, di çarçoveya hewlên berdewam ên bipêşxistina aramiya civakî û aborî li Siwêdayê de pêk tê.

(mh/fr)