Li gundewarê Hemayê kesek hat kuştin

Digel zêdebûna sûcên ji ber tevliheviya ewlehiyê li herêmên di bin serweriya hikumeta veguhêz de, Sûriyeyiyek ji aliyê çekdarên nenas ve li gundewarê Hemayê hat kuştin.

Li gundewarê Hemayê kesek hat kuştin
4 mijdar, 2025   19:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecihî ji Hemayê ragihand ku kesekî 60 salî yê ji mezheba Murşidiyê ye, ji aliyê çekdarekî nenas ve hat gulebarankirin.

Li gorî heman çavkaniyan sûc li nêzîkî Pira Avahiya Almanî ya li nêzîkî gundê El Qeter pêk hat. Dema welatî hatiye gulebarankirin, diçû karê xwe ya "avahîsaziyê" li gundê Dirbalê yê Hemayê.

Di çend mehên borî de, ji ber mezhebî li deverên di bin kontrola hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê de sûc zêde bûne, li hember van sûcan sûcdar nayên cezakirin.

(ac/fr)

ANHA