Ji Studyoya Şehîd Mizgîn diyariyeke nû ji bo şehîdan: ‘Leheng'

Studyoya Şehîd Mizgîn a girêdayî Tevgera Çand û Hunera Hîlala Zêrîn, li ser şehîdên azadiya Kurdistanê yên di demên dawî de şehadetên wan hatine ragihandin, berhemeke nû ya bi navê "Leheng" amade kir.

Ji Studyoya Şehîd Mizgîn diyariyeke nû ji bo şehîdan: ‘Leheng'
25 cotmeh, 2026   05:55
QAMIŞLO

Berhema ku gotinên wê ji aliyê Ferîde Rapo ve hatine nivîsîn, ji aliyê endamên studyoyê Mufîde Hemdî û Zeyneb Mensur ve hatiye amadekirin.

Dîmenên klîba stranê ji aliyê Gulê Welat ve hatine kişandin. Di klîbê de ji bilî gerîlayên jin, dayikên endamên Saziya Malbatên Şehîdan a Qamişloyê jî bi dîmenên zarok û xizmên xwe yên şehîd cih digirin.

Di nav dayikên ku tev li klîbê bûne de, dayika şehîd Zinarîn Hesekê jî heye ku li Girê Sor bi çekên kîmyewî şehîd bûye.

Studyoya Şehîd Mizgîn der barê xebata xwe de ev daxuyanî da: "Tevgera Azadiya Kurdistanê ne tenê li Rojava, li çar parçeyên welat lehengên bêhempa û fedayî afirandin. Civakek ava kir ku şehîdên xwe bi tilîlî, bi hine, bi şahî û bi serbilindî pêşwazî dike. Dîmenên merasîmên şehîdan û bi taybetî nêzîkatiya dayikên şehîdan, wekî ku li ser hemû civakê bandor kir, li ser me jî bandoreke mezin çêkir.

Me xwest hem ji bo şehîdên xwe, hem jî ji bo wan dayikên dilsozê zarokên xwe xebatekê amade bikin. Em dizanin ku li hemberî vê helwest û xeta fedayîtiyê tu xebat têr nake, lê me hewl da em diyariyekê pêşkêşî şehîd û dayikên şehîdan bikin. Ji bo me, pêvajoya ji çêkirina stranê heta roja kişandina klîbê hem pir manewî bû, hem jî giraniyeke cuda hebû.

Em careke din bi vê xebata xwe hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr tînin û bejna xwe li hember keda wan ditewînin."

Hate ragihandin ku klîba "Leheng" bi boneya salvegera şehadeta şehîd Bêrîtan (Gulnaz Karataş) îro (25’ê Cotmeh) hatiye weşandin.