Mîhrîcana Fîlman a Rojava ya Navneteweyî ya 6’emîn dest pê dike

Sibe Mîhrîcana Fîlman a Rojava ya Navneteweyî ya 6’emîn dest pê dike. Bernameya mîhrîcanê diyar bû.

Mîhrîcana Fîlman a Rojava ya Navneteweyî ya 6’emîn dest pê dike
12 mijdar, 2026   13:29
QAMIŞLO

Sibe (13 Mijdar 2026) Mîhrîcana Fîlman a Rojava ya Navneteweyî ya 6’emîn dest pê dike. Mîhrîcan ji aliyê Komîna Fîlm a Rojava ve bi dirûşma “Çîrokên Hevpar, Sînemaya Azad” li Hola Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişloyê pêk tê. Dê mîhrîcan heta 20’ê Mijdarê bidome. 

Bi sedan mêvan ji Bakur, Başûr, Rojhilatê Kurdistanê û derveyî welat beşdarî mîhrîcanê dibin. Her wiha bernameya mîhrîcanê diyar bû.

Bernameya mîhrîcanê wiha ye:

13’ê Mijdarê

17.00 – Di vekirina festîvalê de MA Music dê konserekê bide û Narin Dance jî dê nîşandana dansê pêşkêş bike.

19.00 – Fîlmê vekirinê “Heval Kekê Min” ê ku derhêneriya wê Haşim Aydemir kiriye dê bi sînemahezan re werin ba hev.

14’ê Mijdarê

10.00-12.00 – Belgeselçêker û karkerê kûrguyê Sasha Ayoub, dê li Sîne Jînê behsa xebatên Stories Film Labê bike ku sînemagerên serbixwe yên li Sûriyeyê projeyên xwe tê de pêş dixin. Di rûniştinê de fîlmên ku di çarçoveya bernameyê de hatine hilbijartin dê werin nîşandan.

11.00 – Nîşandanên rojê dê bi fîlmê “The Country Judge” dest pê bikin. Di bernameyê de fîlmên kurt ên kurdî “House of The Moon” û “Dorpêç” û belgesela “The Wedding of the Pirs” jî cih digirin.

15.00-17.00 – Derhênerê dîmenê Cemil Kızıldag dê li TEV-ÇAND’ê li ser zimanê dîtbarî yê sînemayê perwerdehiyê bide.

15’ê Mijdarê

09.00-13.00 – Atolyeya sê rojî ya li ser bikaranîna ronahiyê ya di sînemayê de ya derhênerê dîmen û ronahiyê Jafar Amin Al Betar, dê li Hunergeha Welat dest pê bike. Atolye dê di 16 û 17ê Mijdarê de jî di heman saetan de berdewam bike.

09.00-13.00 – Belgeselçêker Guevara Namer, dê li Sîne Jînê pêvajoya çêkirina belgeselê û ezmûnên xebatê yên di qada navneteweyî de binirxîne. Rûniştina duyem a atolyeyê dê di 16ê Mijdarê de were lidarxistin.

11.00 û 11.50 – Du fîlmên yekem ên beşa “Ji Rojava” yên bi navên “Rêwiyên ser Riya Agir” û “Keziyên Berxwedanê” dê werin nîşandan.

15.00 – Derhênera fîlma “Berbû” Sêvînaz Evdikê, dê li TEV-ÇAND’ê behsa Festîvala Fîlman a Jinan a Nûjîyan bike. Di heman saetê de li Navenda Mihemed Şêxo belgesela “Kî me ez?” dê were nîşandan.

18.00 û 19.10 – Bi rêzê ve belgeselên “04.17 Adiyaman” û “Pêlên Kurdan” dê bi sînemahezan re werin ba hev. Piştî her du nîşandanan jî dê rûniştina pirs û bersivan were lidarxistin.

16’ê Mijdarê

11.00 – Fîlmê “To Fetch a Pail of Water” dê were nîşandan. Di saet 15.00an de jî belgesela “Under the Flags the Sun” dê bi sînemahezan re were ba hev.

15.00-17.00 – Di panela li TEV-ÇAND’ê de çêkirina fîlman a kolektîf a ku Komîna Fîlm a Rojava ji sala 2015an û vir ve berdewam dike dê were nirxandin. Di panela ku dê ji aliyê Mirzan Bekir ve wre birêvebirin de, ji damezrînerên komînê Diyar Hesso û Şêro Hindê û sêwirînerê deng Coni Docolomansky ê ku di fîlmên “Kobanê” û “Berbû” de xebitiye dê wekî axaftvan beşdar bibin.

17’ê Mijdarê

10.00-13.00 – Senarîst Onder Çakar, dê li Sîne Jînê atolyeyekî li ser mijara, ‘Karakterê sereke yê fîlmekî ji qonaxa ramanê çawa derbasî senaryoyê dibe’ pêk bîne.

12.00 û 12.30 – Di beşa “Ji Rojava” de fîlmên “Youthful Wrinkle” û “Nameya Dawî” dê werin nîşandan.

15.00-17.00 – Di panela li TEV-ÇAND’ê de derhênerê fîlmên “Kuf” û “Kronoloji” Ali Aydin, dê beşdarî panela bi sernavê “Di sînemayê de pirsgirêka Kurd” bibe. Panel dê ji aliyê Berfîn Hezil ve were birêvebirin.

18’ê Mijdarê

10.00-13.00 – Li Sîne Jînê fîlmê Ghasan Halawani ê bi navê “Erased, Ascent of the Invisible” dê were nîşandan.

12.25 – Fîlmê 5emîn ê bijareya “Ji Rojava” ê bi navê “Decision” dê were nîşandan.

15.00-17.00 – Li TEV-ÇANDê pirsa “Çima îro li Sûriyeyê xebatên çandî girîng in?” dê were nîqaşkirin. Di panela ku dê ji aliyê Ciwan Tetter ve were birêvebirin de Boushra Adi, Khoshman Qado û Muhammad Hajj Hussein dê beşdar bibin.

Nîşandanên din ên rojê – Ji bijareya fîlmên kurt ên kurdî fîlmên “Gazelle” û “Limo Knew Everything” û fîlmê ku Soudade Kaadan derhêneriya wê kiriye ê bi navê “Nezouh” dê bi sînemahezan re werin ba hev.

19’ê Mijdarê

09.00-13.00 – Derhêner Leena Manimekalai, dê li Sîne Jînê li gel nîşandana fîlmê “Maadathy – An Unfairy Tale”, ezmûna xwe ya çêkirina fîlman a bi civakan re parve bike.

15.00-17.00 – Ji derhênerên fîlmê “Silvered Water, Syria Self-Portrait” Ossama Mohammed, dê li TEV-ÇAND’ê behsa çêkirina sînemayê ya di şert û mercên dîktatoriyê de bike.

17.25 û 17.45 – Ji bijareya fîlmên kurt ên Kurdî fîlmên “Ishaq” û “Fountain” dê werin nîşandan. Di saet 18.15an de jî fîlmê “As We Breathe” dê bi sînemahezan re were ba hev.

20’ê Mijdarê În

09.00-13.00 – Derhêner û nivîskar Liwaa Yazji dê li Sîne Jînê li ser derbaskirina projeyên fîlman a ji qonaxa ramanê ber bi senaryoyê ve atolyeyekê pêk bîne.

10.00-13.00 – Derhêner Soudade Kaadan dê li Hunergeha Welat behsa senaryo û pêvajoya çêkirina fîlmê “Azîza” bike.

14.00-16.00 – Fîlmê derhênerê Lubnanî Maroun Baghdadi ê bi navê “Ninety” dê li TEV-ÇAND2ê were nîşandan.

17.00 – Di bernameya girtinê ya li Navenda Mihemed Şêxo de hunermend Ednan Kerîm dê konserekê bide.

19.00 – Festîval dê bi merasîma xelatdayînê bi dawî bibe.

(bî)

ANHA