MSD: Pêdiviya me bi bersivên zelal heye

Hesen Mihemed Elî diyar kir ku MSD û QSD’ê gelek dosya ku dikarin zû werin çareserkirin, pêşkêşî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê kirine, lê bersiva hikumetê têrker nîn e û got "Nabe bi faktora demê were lîstin an jî pêşniyarên hatine kirin werin paşguhkirin. Pêdiviya me bi bersivên zelal heye."

MSD: Pêdiviya me bi bersivên zelal heye
13 kanûn, 2025   02:35
REQA
MIHEMED XELÎL

Hevserokê Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Hesen Mihemd Elî li ser peymana 10’ê Adarê ya di navbera fermandarê giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî û serokê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê Ehmed El Şeri de hatibû îmzekirin, ji ajansa me re axivî.

Hesen Mihemed Elî got: "Siberoja Sûriyeyê bi hişmendiya teng a demê nayê çareserkirin. Ne muhleta dawîn, lê belê cewhera pêvajoya dan û standinan, ew dê rêça dan û standinan diyar dike. Her valahiyeke siyasî dikare li gelek bajaran bibe sedema krîzên nû. Em dixebitin da ku dûrî vê yekê bikevin."

Mihemed Elî anî ziman ku diyalog rêya yekane ya pêşîgirtina li dubarebûna krîzên li herêmên perav, Siwêda, Hums û Ceremanayê ne û hişyarî da ku dubarebûna van krîzan dê li tevahiya Sûriyeyê îstiqrarê lawaz bike.

DOSYAYÊN LI SER MASEYÊ

Mihemed Elî aşkera kir ku MSD û QSD’ê gelek dosya ku dikarin zû werin çareserkirin pêşkêş kirin û der barê van dosyayên sereke de jî ev agahî parve kirin: "Başkirina xebata saziyên sivîl û xizmetên bingehîn, çareserkirina pirsgirêka belgeyên fermî yên wekî pasaport û nasnameyan; naskirina karnameyên perwerdeyê yên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û lihevkirina li ser bernameyeke fêrkirinê ya yekgirtî, vekirina deriyên sînor û lêkolînkirina derfetên ji nû ve vekirina Balafirgeha Qamişloyê, pejirandina statuya taybet a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, xurtkirina ewlehiya navxweyî û hêzên xwecih ên li dijî terorê."

Elî destnîşan kir ku ev dosya dikarin di cih de werin bicihanîn û dikarin bibin bingeha avakirina baweriyê di navbera her du aliyan de.

PIRSGIRÊKÊN MEZIN ÊN TALOQKIRÎ

Hesen Mihemed Elî da zanîn ku pirsgirêka destûr û hilbijartinê hîn jî derveyî çarçoveya çareseriya dawîn e û ev li axaftina xwe zêde kir: "Bêyî destûreke diyarker û hilbijartinên rêxistinkirî mafên welatiyan nayên mîsogerkirin. Ji ber vê yekê em dibînin ku gavên pratîkî yên biçûk rêya rastîn a ji bo avakirina baweriyê yê heta ku çareseriyeke siyasî ya berfireh were bidestxistin."

Mihemed Elî di dewama axaftina xwe de bal kişand ser helwestên navneteweyî jî û got civaka navneteweyî muhletên vekirî nade. Her wiha da zanîn ku hin bendên peymanê ji bo bicihanînê hewcedarî demeke dirêj in û got: "Dibe ku lihevkirinên heyî heya dawiya îsal dirêj bikin, lê ev nayê wateya ku xebata siyasî bi dawî dibe."

Hesen Mihemed Elî destnîşan kir ku QSD’ê pêşniyarên zelal ên girêdayî jinûve birêxistinkirina hêzên xwe pêşkêş kirin û navên hin fermandaran di çarçoveya lihevkirinên muhtemel de dan, lê bersiva hikumeta veguhêz hîna ne têrker e. Mihemed Elî got: "Nabe bi faktora demê were lîstin an jî pêşniyarên hatine kirin werin paşguhkirin. Pêdiviya me bi bersivên zelal û berpirsyar heye."

BANGA DIYALOGÊ

Hevserokê Nivîsgeha Têkiliyan a MSD’ê Hesen Mihemd Elî di dawiya axaftina xwe de banga diyaloga navxweyî ya giştî kir û ev anî ser ziman: "Sûriyeya nû bi diyaloga di navbera du aliyan de ava nabe. Em dixwazin tevahî sûriyeyî, her kes ji bo avakirina dewleteke yekbûyî ku rêzê bide taybetmendiyan, ewlehî û mafên her kesî, beşdar bibin."

(b)

ANHA