Ji bo Suriyeyê kîjan demokrasî?

Hewldanên ji bo çareserî û avakirina Suriyeyê bi dijwarî didomin. Demokrasî mijara ku li ser zimanê her kesî ye, lê her aliyek feraseta xwe ferz dike. Lewma pirsa “Kîjan demokrasi?” tê kirin.

Ji bo Suriyeyê kîjan demokrasî?
13 kanûn, 2025   05:05
NAVENDA NÛÇEYAN
ROGER ROJIYAN

Li ser çareseriya pirsgirêka Suriyeyê herî zêde behsa demokrasiyê tê kirin. Dema pir rengiya Suriyeyê li ber çavan tê girtin, têgehên xwerêveberin, demokrasiya herêmî û xweserî herî zêde dibin rojev. Bakur û Rojhilatê Suriyeyê wekî herêmek xweser û demokratîk hatiye avakirin, herêma Siweyda xweseriyek îlankirin û daxwaza federaliyê dike. Dîsa pêkhateyên herêma Beravê daxwaza xweseriyê dikin. Hikûmeta Veguhêz a Şamê jî navendîbûna li ser hîmên oldariyê disepîne. 

Di rewşa niha de nîqaş kûr bûne, lê demokrasi ya herî zêde ketiye rojevê ye. Me jî li ser têgeha demokrasiyê, pêşketina wê û mînakên pêkanînê wê dane hev.

Têgîna Demokrasiyê çavkaniya xwe ji zimanê Yewnanî digire û ji peyvên Demos û Kratos pêk tê.  Demos tê wateya gel, Kratos jî dibe rêveberî yan jî hêz. Dema herdu peyv wekî peyvek hevedudanî, yanî weke demokrasî tê bikaranîn, tê wateya rêveberiya gel. 

 Zanista etîmolojiyê demokrasiyê ji Yewnanîstanê dide destpêkirin, lê li gorî lêkolînên dawî û şîroveyên li ser van lêkolînan, çavkaniya demokrasiyê heta dema klanan jî diçe. Jêdera wê jî wekî erdnîgariya Mezopotamyayê tê nişandan. Despêka civakîbûn, rêveberî û sazumaniyan ji vir tê destpêkirin. Klan, kabîle û eşîr jî cara yekem li vê erdnîgariyê hatiye dîtin. Şeklê rêveberina wan wekî çavkaniya demokrasiyê tê nişandan.  Her çiqasî wekî têgeh demokrasî nehatibe bikaranîn jî, xwerêvebirina klan, kabîle û komên eşîran bûye mînaka yekem.

Li ser hîmê rêveberiyên klan û kabileyan, di herikîna dîrokê de pêşketinên di warê demokrasiyê û rêbazên pêkanînên wê de, tên dîtin.

DEMOKRASIYA ATÎNAYÊ

Demokrasiya li Rojhilata Navîn derdikeve. Beriya Zayinê (BZ) di navbera sedsalên 6 û 4’an de li Yewnanîstanê teşe digire. Li vê herêmê fikra demokrasiyê beriya zayinê di sala 700’î de ji aliyê Hesîedos ve tê rojevkirin. Pişt re bi dorê li Yewnanîst û Romayê ji aliyê Solon, Perîkles, Sokrates, Platon, Arîsto, Polybîos, Zenon, Panaîtîos, Seneca, Epîktetos û Marcus Aurellos hatiye pêşxistin û bi rêbazên cur bi cur hatiye pêkanîn.

Li Yewnanîstanê wê demê hejmara mirovên li bajaran dijîn herî zêde heta 10 hezarî diçe, lewma tevlîbûna piraniya civakê ji bo rêveberiyê çêbûye. Lê di rêveberiyan û hilbijartinan de cihê jinê û koleyan tune ye, lewma cih negirtine. Hemwelatiyên Atînayê yên xort piştî ku digihêjin 20 saliyê, dibin endamê meclîsa bajar a ku jê re dibêjin, ‘Eklesra’.

ROMA

Piştî Atinayê, li Komara Romayê jî hîn pêkanînên demokrasiyê tên dîtin. Ev rêbaz dibe bingeha demokrasiya temsîlî. Tevahiya civakê di rêveberiyê de nîn e, nûnerên wan hene. Ev pergal îro wekî ‘Komar’ tê nasîn. Di dema Komara Romayê de 3 meclisên bi navê SENATO (meclîsa çîna esîlzadeyan), COMÎTÎA (meclîsa hemwelatiyên Romayê ya di bin kontrola kesên dewlemend de) û MAGÎSTRATUS (meclîsa kesên hatine hilbijartin) derdikevin pêş. Pergala Komara Romayê ku 100 salan berdewam dike, beriya zayinê di sala 27’an de cihê xwe ji împaratoriyê re dihêle.

SERDEMA RONAKBÎRIYÊ Û DEMOKRASÎ

Piştî serdema feodalîzmê, di serdema ronakbîriyê de di fikrî û fiîlî pêşketinên têkildarî demokrasiyê jî çêdibin. Li Ewropayê nivîsên dema Yewnana Antîk û Romayê yên li ser demokrasiye ji ji nûve tên keşikirin û lêkolînkirin. Ramyarên wekî Montesquieu, Rousseau û Locke li ser demokrasiyê şîrove û teoriyên nû pêş dixin.

Ji bo pêşketina demokrasiyê gaveke şênber jî li Amerîkayê tê avêtin. Di sal 1776’an de li Amerîkayê, li dijî zextên Îngîlîstanê ji bo xwe birêvebirinê Danezana Serxwebûnê ya Amerîkayê hat eşkerekirin. Di naveroka danezanê de dihat gotin hemû însan wekhev hatine afirandin û ji aliyê xweda ve hin maf ji wan re hatine dayîn. Di nava van mafan de mafên jiyan, azadî û bextewariyê hene.

Di sala 1789`an de Danezana Mafên Mirovan û Hemwelatiyan a Fransayê ji bo pêşketina demokrasiyê wek gaveke girîng tê dîtin. Ev danezan ji 17 xalan pêk tê. Di nav de mafên gerdunî, hilbijartin, ragihandin û gelek mafên mirovî derdikevin pêş.

Peyva Demokrasiyê wek têgînekî herî zêde di navbera salên 1784-1787’an de bi şoreşa Hollanda û Belçîkayê re derdikeve pêş. Di sala 1795’an de li Amsterdamê rojnameyeke bi navê ‘Democraten’ tê derxistin. Di heman salan de koma bi navê ‘Kuluba Sîyasî ya Amsterdamê’ daxwaza rêvebiriyeke siyasî kir.

CUREYÊN DEMOKRASİYÊ

Bi pêşketinên rewşenbîriyê yên li ser jiyan, rêveberî, aborî û hwd. re heta salên 2000’î gelek ramanên cuda yên weke kapîtalîzm, lîberalîzm, sosyalizm, anarşîzm, femînîzm derdikevin holê. Her yek ji wan jî têgeha demokrasiyê li gorî xwe şîrove dike, pêk tîne.

Bi awayekî eşkere tu kes li dijî demokrasiyê dernakeve, lê pêkanîn pir cuda ne. Li Îtalyayê dîktatorê faşîst Musolonî jî dibêje ‘’Ger ku di dîrokê de pergaleke hukumeta demokratîk hebe ew jî ev pergala me ya faşîst e.’’

Demokrasî bi giştî wek sê beşan tê dabeşkirin. Ew jî wekî, demokrasiya rasterast, demokrasiya nîv rasterast û demokrasiya temsîlî tê binavkirin. Di bin van serenavan de jî gelek şeklên pêkanînê hene.  Demokrasiya Lîberal, Demokrasiya Sosyal, Demokrasiya Parlementerî, Demokrasiya Beşdarî û hwd. çendek ji vanan e. Li Ewropa, Amerîka û Asyayê bi navê lîberal, sosyal an jî beşdarî gelek partî hatin avakirin. Li piraniya welatên ku pergala kapîtalîzmê esas digirin, rêbeza demokrasiya temsîlî ya li gorî fîkra lîberalîzmê tê pêkanîn. Ev jî wekî komar,, parlamenterî, federalî tê binavkirin.

Li welatên ku fikra sosyalîzmê di ecibînin, welatên Îslamî jî piranî komar, parlamenterî, federalî heye, lê pêkanîn cuda ne.

DEMOKRASIYA RASTERAST: KOMUNA PARÎSÊ

Piştî mînaka demokrasiya Atînayê mînaka demokrasiya gel ya herî girîng wekî Komuna Parîsê tê nişandan. Bajar wek 20 parçeyan tê dabeşkirin û li her parçeyekê komîteyên rêvebirinê (Comités de Vigilance) tên avakirin. Biryarên li vir tên girtin ji aliyê komîteya navendî ve (Comité Central) tê pêkanîn.

Komuna Parîsê ku di navbera 18’yê Adara 1871’an û 28’ê Gulana 1871’an de 70 rojê jiyan kir, gelek biryarên girîng pêk anîn. Artêşa mayînde ji holê hat rakirin, di demên pêwist de kamend û hemû welatî ji bo leşkeriyê berpirsyar hatin girtin. Ji bo muçeyên karkeran edalet û wekhevî hate esasgirtin. Karê rêveberî û kilîseyê ji hevhate qutkirin, dewlemendiyên kilîseyê di nava gel de hatin belavkirin. Gelek fabrîqeyên ku keda karkeran paşguh dikirin hatin desteserkirin û rêveberiya wan dewrî karkeran hat kirin.

DEMOKRASIYA TEMSÎLÎ – LÎBERAL Û MODELÊN EWROPAYÊ

Ewropa demokrasiya temsîlî ya parlementeriyê pêk tîne. Ev wek demokrasiya liberal jî tên binavkirin. Rêber Abdullah Ocalan, vê rêbazê wekî bikaranîna demokrasiyê ya ji aliyê kapîtalîzmê ve pênase dike û dibêje; “Modernîteya kapîtalîst li aliyekî desthilatdariya dewletê bi şêweyekî zêde û berfireh weke dewleta netewe li ser tevahiya hêzên civakî yên li derveyî xwe dimeşîne, li aliyê din jî ji bo kesên di bin îstîsmar û zordestiya sîstemê de dengê xwe nekin hewl dide wan bi demokrasiya temsîlî ya parlementeriyê razî bike. Diyardeya jêre demokrasiya lîberal tê gotin ev e.”

Li Ewropayê, di encama têkoşîna dijî desthilatdariyê de çend mînakên xwerêveberiyê derketine holê. Lê ew jî di bin bandora feraseta lîberal de mane. Li Fînlandiya Grava Åland), li Îtalyayê Tirol-Aosta, li Îspanyayê Katalonya, Bask, Galiçya, Li Birîtanyayê Îskoçya, Galler, İrlanda Bakur, li Belcîkayê Herêma Flaman, Herema Valonya û Bruksel, li Danîmarkayê Gravên Gronland û Faroe û li Hollandayê Aruba, Curaçao, Sint Maarten mînakên derketine pêş in.

DEMOKRASIYA SOSYAL – SOSYALÎST Û MÎNAKA SOSYALÎZMA PÊKHATÎ

Ji aliyê pêkhatina demokrasiya sosyal an jî sosyalîst ve jî tecrubeyek berfireh tê dîtin. Di navbera salên 1917 û 1991’an de hema hema ji 3’yan yekê cîhanê pergala sosyalîzm serwer bû. Sosyalîzma pêkhatî her çiqasî bi şîara edalet, wekhevî û demokrasiyê derketibe jî, ji ber ku xwe ji deshilatdarî û dewletê rizgar nekir hilweşiya. Li welatên wekî Sovyet, Çîn, Kuba, Yugoslavya, Vîetnam pergala parlamenteriyê, federaliyê hebû, lê partiyên komunîst navenda her tiştî bûn.

DEWLET Û DEMOKRASÎ

Di hemû şêweyên pêkanîna demokrasiyê yên heta niha de, pirsgirêkên civakê yên azadî, wekhevî, aborî, siyasî, edalet û hwd. nehatine çareserkirin. Her şêwazekê tebeqeyên jêr û jor, desthilat û bindest ava kirine. Têkoşîna di navbera dewlet û demokrasiyê de kûr bûye.

Rêber Abdullah Ocalan vê tekoşînê wiha vedibêje: “Desthilatdarî, li gorî xwezaya xwe di têkiliya xwe ya bi dewletê re de, divê demokrasiyê paşve bixe û bi sînor bike. Hêzên demokrasiyê jî bi awayê nasnekirina dewletê timî dixwazin sînorên xwe berfireh bikin. Pirsgirêk bi xwe ev e, dewlet rûyê xwe bi demokrasiyê vedişêre, demokrasî jî dixwaze bibe dewlet, ji ber vê yekê alozî çêdibe.”

Alozî nehatiye derbaskirin, lewma nirxandin û şîrovayên li ser demokrasiyê, şêwazên pêkanîna wê jî berfirehtir bûne.

Yek jî şîroveyên derdikeve pêş û bandorek mezin ava dike jî, nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan in.

Rêber Abdullah Ocalan di paraznameyên xwe yên ku ji 5 bergan pêk tê û wekî Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk pênase kiriye de, demokrasiyê wekî, “Di wateya berfireh de demokrasî wekî xwerêvebirina civatên ku desthilatdarî û dewlet nas nekirine dikare were pênasekirin. Xwerêveberina civatên klan, kabîle û eşîran dikare di nava vê kategoriyê de bê hesibandin. Di civakên ku desthilatdarî û dewlet bi awayekî zêde tê jiyankirin de, rêvebereyên cewherî yên li derveyî dewlet û desthilatdariyê mane, di wateya teng de wekî demokrasî dikare were nirxandin.”

DEMOKRASIYA HEREMÎ Û MODELA ROJAVA

Ji bilî modelên ku li cîhanê tên pêkanîn, li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê jî ceribandinek nû tê kirin. Ev ceribandin bi Şoreşa 19’ê Tîrmehê (2012) destpê kir û li gorî geşedanên li herêmê şeklê dawî girtiye.

Pergala ku wekî Sîstema Xweser ya Demokratîk hatiye pênasekirin, felsefeya Rêber Abdullah Ocalan wekî bingeh digire. Lewma ji bo vê modelê pênaseyên wekî, “laboratûara herî şênber a modernîteya demokratîk, ango ya demokrasiya herêmî” tên kirin.

Gava yekem a vê pergalê sala 2014’an hat avêtin. Sîstem li ser hîmê temsîliyeta netew, bawerî û çandan hat avakirin û rêbaza rêveberiyê jî wekî kanton hat diyarkirin. Wê demê herêmên di bin kontrola rêveberiyê de wekî Cizîr, Kobanê û Efrînê bûn. Her yek ji wan wekî kantoneke xweser hat avakirin û pêwendiya di navbera wan de jî wekî kordînasyon hat diyarkirin.

Şeklê rêveberin, temsîliyet, hilbijartin, perwerde, tenduristî, aborî, xizmetguzarî, mijarên bawerî, jin, çand û hwd. bi Hevpeymana Civakî hatin diyarkirin. Li gorî vê yekê zimanê Erebî, Suryanî û Kurdî weke zimanê fermî hatin qebûlkirin, zimanên din jî wekî dewlemendî ku werin pêşxistin hatin pênasekirin. Li gorî hevpeymanê rêveberiyên kantonan û bajaran wekî meclis û komun hatin diyarkirin. Di rêveberiyan de temsîliyeta pêkhateyan li gorî hejmar wan hat diyarinin. Pergala hevserokatiyê wekî rêgezek bingehîn hat esasgirtin û temsiliyeta jin û mêran wekî ji sedî 50 hat diyarkirin.

Piştî ku herêmên xweser di aliyê erdnîgarî de berfireh bûn, sîstema rêveberiyê jî hat nûkirin û sala 2016’an Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê hat îlankirin.

Dema serweriya erdnîgarî ya çeteyên DAIŞ’ê di sala 2019’an de li Baxozê hat bidawîkirin û herêmên nû tevlî xweseriyê hatin kirin, pergal carakedin hat nûkirin. Piştî xebatên hatine meşandin, sala 2023’yan Hevpeymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê hat nûkirin. Navê herêmê jî wekî Herêma Bakur û Rojhilatê Suriyeyê hat diyarkirin.

Li gorî hevpeymanê sazûmaniyên rêveberiyê hatin nûkirin. Di vê çarçoveyê de 7 kanton (Dêrazor, Reqa, Tebqa, Minbic, Firat, Efrîn-Şehba, Cizîr) hatin diyarkirin. Her wiha Qanûna Dabeşkirina Îdarî hat derxistin.

ROJEVA HERÊM Û NAVENETEWEYÎ YE

Sîstema demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê hatiye avakirin, bandorek mezin avakirin û ji bilî gelan, niha bûye rojeva hêzên herêmî û navnetewî. Bi hilweşîna rejîma Baas re wekî vebijêrkek sereke ya pêşeroja Suriyeyê tê nirxandin. Di vê çarçoveyê de bi navbera Hikûmeta Veguhêz a Suriyeyê û Rêveberiya Xweser de danustendin tên kirin, 10’ê Adara 2025’an peymanek hatiye îmzekirin.

Rêveberiya Xweser pergala nenavendîbûnê wekî çareseriya herî guncav pêşkêş dike û li ser demokratîkbûnê radiweste.

Bi pêvajoya ku Rêber Abdullah Ocalan 27’ê Sibata 2025’an bi banga “Aştî û Civaka Demokratîk” daye destpêkirin re jî, rêveberiya xweser bûye rojevek sereke.

Rêber Abdullah Ocalan di hevdîtinên bi şandeya DEM Partî re û peyamên xwe de ji bo herêmê balê dikişine ser mijarê û dibêje: “Divê xwerêveberiyên demokratîk û desthilatdariya dewletê wekî hev neyên dîtin. Xwerêveberiya demokratîk di bin navê gelparêzî û dîktatoriya proleter de pêwîste neyê berevajîkirin. Eger xwerêveberiya demokratîk were pêşxistin ev model a herî zêde nêzî çareseriya rast e. Bingeh û cihêwaziya xwerêveberiya demokratîk ew e ku ne li ser navê gel dewletê ava dike, ne jî dibe movik û pêveke besît a dewletê.”

(a)