Li herêmên peravê her roj qurbaniyek

Li herêmên perava Sûriyeyê rojane bi ser malan de tê girtin, mirov têne revandin û qetilkirin, nexweşiyên psîkolojîk bi zarokan re çêdibin. Şênî banga parastinê dikin.

Li herêmên peravê her roj qurbaniyek
13 kanûn, 2025   03:05
LAZIQIYE

Ji Adara îsal ve li perava Sûriyeyê tevlihevî û krîz serwer in. Li gorî şahidan û çalakvanan rojane li herêmên di bin kontrola hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de binpêkirin li dijî şêniyan têne kirin. Aliyên têkildar li hemberî van binpêkirinan bê deng in. Ev bêdengî pirsan li ser çarenûsa sivîlan li wan herêman zêdetir dikin. Li gorî şêniyan, li van herêman jin, kal û pîr û zarok tên qetilkirin.

JI QADÊ… TIRS SERWER E

Şêniyên gundewarên peravê ku têkildarî bi rêxistinên hiqûqî re danîne, rewşa li herêmê wek "rojên tijî windahî" bi nav kir. Şêniyekî 60 salî ku beriya hefteyekê kurekî xwe ji dest daye, dibêje "Em nizanin piştre dora kê ye..Îro em îxtiyarekî defin dikin, piştre jinek û piştre zarok. Tu kes bersiva van pirsan nizane."

Tevî ku zehmet e ku çapemenî xwe bigihîne wan herêman, lê gelek şahidan agahî dane ajansa me ku bi şev bi ser malan de digirin, mirov têne girtin û kuştin. Şahidan diyar kir ku hin kesên bitemen dema hewl dida malên xwe biparêzin, hatin kuştin. Hinan jî agahî dane ku hin sivîl rasterast hatin hedefkirin.

HERÎ ZÊDE ZAROK MEXDÛR DIBIN

Piraniya şahidan diyar kir ku herî zêde zarok didin mexdûr. Li gorî şahidan, ji ber teqandina ketober a guleyan an ji tirsa di dema serdegirtina malan de zarok jiyana xwe ji dest didin. Her wiha îşaret pê kirin ku nexweşiyên psîkolojîk bi zarokan re çêdibin ku dê bi salan dewam bikin.

Dayikekê ji ber rewşa ewlehiyê nexwest navê xwe aşkera bike jî got: "Kurê min ê biçûk her şev bi tirs radizê. Dema dengekî dibihîze şiyar dibe û xwe diavêje hembêza min. Êdî şevên ewle tune ne."

Li gorî agahiyên ku ji peravê hatine wergirtin, jin di dema serdegirtinê de yan jî dema di nava gund û bajaran de digerin, binpêkirin li dijî wan têne kirin. Çalakvanên xwecih jî da zanîn ku hejmareke jin dema rê nedidan bi ser malên wan de werin girtin, hatin qetilkirin.

Jinan diyar kir ku tirs bûye hesteke wan a rojane û derketina ji malê fikaran çêdike.

GEL BANG DIKE, ALIYÊN TÊKILDAR BÊ DENG IN

Li hemberî sûc û binpêkirinên ku rojane li peravê têne kirin, aliyên têkildarî tu daxuyanî nedaye. Rêxistinên hiqûqî yên lêkolînkirinan ên navneteweyî jî nikarin xwe bighînin peravê. Lew ra ev agahiyên der barê van sûcan de tenê ji sivîlên şahid û çalakvanên xwecih têne wergirtin.

Saziyên hiqûqî yên Sûriyeyî banga vekirina lêkolîneke serbixwe û bêalî li ser van binpêkirinên û parastina şêniyan kirin.

(b)

ANHA