Moskov: Divê welatiyên biyanî ji beriya bombebarankirinê ji Kîevê derkevin

Wezareta Derve ya Rûsyayê ji welatiyên biyanî xwest ku ji paytexta Ukraynayê Kîevê derkevin û diyar kir ku ew ê li dijî navendên biryardanê, fermandarî û tesîsên pîşesaziyê yên li Kîevê êrîşan pêk bîne.

Moskov: Divê welatiyên biyanî ji beriya bombebarankirinê ji Kîevê derkevin
25 gulan, 2026   19:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Derve ya Rûsyayê bang li welatiyên biyanî kir ku Kîevê biterikînin.

Wezaretê daxuyand ku ew ê li dijî tesîsên çêkirina parastina hewayî, navendên biryardanê û fermandariyê yên li Kîevê dest bi êrişan bike.

Duh, Dezgeha Ewlehiyê ya Ukraynayê bi dronan êrişî stasyoneke belavkirin û pompkirina petrolê li herêma Vladimir a Rûsyayê kiribû.

(fr)