Erebistana Siûdî: Hûsiyan êrişî parzûngeha Cazanê kir

Erebistana Siûdî ragihand ku Hûsiyan êrişî parzûngeha Cazanê kir û gefa bersiveke tund lê xwar.

Erebistana Siûdî: Hûsiyan êrişî parzûngeha Cazanê kir
26 mijdar, 2026   19:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Erebistana Siûdî Tirkî El Malikî bi nivîsekê ku li ser hesabê xwe yê X'ê parve kiriye diyar kir ku Hûsiyan êrişî parzûngeha Cazanê kir.

El Malikî anî ziman ku hedefkirina sivîlan û tesîstan dê rastî bersiveke leşkerî ya tund were.

Beriya vê  yekê wezaretê ragihandibû ku topeke ji aliyê Hûsiyan ve hate avêtin, li bendera Cazanê ket, di encamê de zerarên madî yên sivik çêbûn.

(bb)