Hezkirina jinê hezkirina welat e - LAVA SÎDO

Ji bo tevahî jinên berxwedêr û fermandarên YPJ'ê;

Hezkirina jinê hezkirina welat e - LAVA SÎDO
26 gulan, 2026   08:00

Hezkirina jinê hezkirina welat e. Lêgerîna li ser jinê lêgerîna li ser welat e. Di dîroka mirovahiyê de du hebûnên herî pîroz hene: jin û ax. Ev her du ne tenê du nav in, lê du cewher in ku hev temam dikin. Gava em dibêjin hezkirina jinê hezkirina welat e, em behsa hişmendiya parastina jiyanê û rûmeta axê dikin. Ji bo ku mirov rastiya welatê xwe nas bike, divê pêşîn rastî û keda jinan nas bike.

Di dîrokê de jin xwedî roleke girîng û pîroz e; ji serdemên civaka xwezayî ve klan li derdora jinan kom dibûn û mîrasên wan demên kevnar heya roja me ya îro zindî mane. Hevoka ku dibêje ‘her şoreş ji nav kûrahiya êşê dikişe‘ mîna neynika çîroka jinên Kurd û jinên herêmên din e. Beriya ku ala YPJ'ê li asîmanê Kurdistanê û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê li ba bibe, jiyana jinan di nav çar dîwaran de hatibû sînordarkirin û nasnameya wê hatibû redkirin. Biryarên girîng ên mîna zewac, xwendin an derketina derve tenê di destê mêrên malbatê (bav, bira, an hevjîn) de bûn. Zewicandina keçan di temenê biçûk de pir belav bûbû. Mafê jinan ê xebatê pir sînordar bû; piraniya jinan karkerên malê bûn an jî di zeviyan de dixebitîn, ev yek jî dibû sedem ku jin ji aliyê aborî ve bi tevahî girêdayî mêran bimînin. Di milê astengiyên perwerdeyê de, tevî ku hinek jin diçûn zanîngehê jî, rêjeya jinên ku ji xwendinê dihatin dûrxistin (bi taybetî li gundan) bilind bû, ji ber ku malbatan tenê girîngî dida xwendina kuran. Di rûdana şer û krîzan de jî, herî zêde jin dibûn qurbanî û tu saziyên ku wan biparêze tune bûn.

Her çend pergala baviksalar û serdest bi sedan salan hewl dabe ku cewher, nasname û rastiya jin biçewisîne jî, jin tu carî li hemberî vê zilmê bê deng neman. Rêber Apo, hîn di zarokatiya xwe de ev rastiya jinan nas kir û ew çîroka koletiyê ya ku bi salan mîna qederê ji jinan re dihat vegotin, berovajî kir û heqîqeta azadiyê derxist holê. Rêber Apo di nava paradîgmaya xwe de girîngiyeke sereke da hebûn û sekna jina azad. Li ser vê bingehê, jinên kurdistanî xwe bi rêxistin kir, bi bîrdoziya "jiyaneke azad" gav avêtin û bûn mînaka cîhanê.

Beriya ku YPJ bi fermî ava bibe, jinan di nav refên YPG'ê (Yekîneyên Parastina Gel) de wekî tabûrên taybet cih digirt (YPG-Jin di salên 2011-2012'an de). Şervanên mîna hevala Jiyan, Şervîn, Slava, Roksen, Warşîn û Jînda bi cesareteke mezin berê xwe da qadan û dest bi xebatên birêxistinbûnê kir. Wan baş dizanîbû ku li hemberî koletiyê ji bilî birêxistinbûnê tu rêyên din ên xelasiyê nîn in. Bi vê bîrdoziyê, têkoşîn gihaşt lûtkeyê û di 4'ê Nîsana 2013'an de damezirandina YPJ'ê (Yekîneyên Parastina Jin) hat ragihandin. Ev avabûn, bû bersiva herî şênber a lêgerîna li ser jin û welat. Bi avabûna YPJ'ê re jinan dît ku alternatîfeke din a jiyanê heye.Jinên civakê di kesayeta YPJ'ê de hêza xwe ya veşartî dîtin û wan fêm kir ku dermankera herî mezin a li dijî bindestiyê hêza YPJ'ê ye. Ev hêz ne tenê ji bo parastina sînoran, lê ji bo parastina vîna jinê û avakirina jiyaneke nû hat birêxistinkirin.Wan nîşan da ku parastina cewherî (xweparastin) mafê herî girîng ê jinê ye.

YPJ ji bo guhertina hişmendiya civakê hat avakirin û armanca wê ew bû ku di her qada jiyanê de wekhevî pêk were û modela neteweya demokratîk ku tê de jin pêşeng in, were avakirin. Koka xwe ji felsefeya "Jin, Jiyan, Azadî" û Jineolojiyê digire; heta jin azad nebe, ax û welat jî azad nabin. Wan xwest tola hemû jinên ku di dîrokê de hatine çewisandin bi rêya sazûmankirinê hildin. Ev hişmendî ne tenê ji bo jinên Kurd e; YPJ'ê parastina jinên Ereb, Aşûr, Ermen, Tirkmen û hemû jinên cîhanê yên bindest wekî erkeke exlaqî û mirovî dibîne. Parastina jinan li dijî tarîtiya di hişê mirovan de hat avakirin. Her şervaneke YPJ'ê, bi çeka xwe re pênûsa azadiyê jî hilda da ku dîroka jinê ji nû ve binivîsîne. Dema şer dikin, ne tenê şerê çekan dikin, lê şer dikin ji bo ku tu pergaleke desthilatdar careke din nikaribe vîna jinê û civakê tune bike. Ew dibêjin: "Em êrişî tu kesî nakin, lê eger êriş li ser jiyan, rûmet û axa me were, em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawîn biparêzin".

Wan xwest nîşan bidin ku jin dikarin di her qada jiyanê de di nava siyaset, leşkerî, aborî û çandê de bibin pêşeng û alternatîfa sîstemên serdest ava bikin. YPJ'ê ji bo ku bibe bersiva herî xurt a daxwazên azadiyê, di serî de li dijî hovîtiya DAIŞ'ê serî hilda. Ev cesaret û vîna mezin a YPJ'ê, ne tenê li ser asta herêmê, lê li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bandoreke mezin çêkir. Ev bû sedem ku jinên ji neteweyên cuda jî tevlî vê hêzê bibin. Bîrdoziya ku YPJ'ê li herêmê ava kir, bû bingeha guhertina statuya jinê û ew ji qonaxeke tarî derbasî qonaxeke nû û ronî kir. Fermandar Jiyan û Warşîn bi têkoşîna xwe ya bêhempa ya li dijî El Nusra û DAIŞ'ê, bûn çirûska hêviyê ji bo tevahiya jinên cîhanê. Wan bi perspektîfên xwe, wateya rastî ya serkeftinê û mezinbûna şoreşê fêrî şervanên xwe dikirin. Hevala Jînda, Şervîn, Slava û Roksen jî bi sekna xwe ya berxwedêr îsbat kirin ku jin dema dibe xwebûn nirxê herî pîroz e. Wan keda ku Rêber Apo ji bo azadiya jinê dabû, di kesayetiya xwe de şênber kirin, gel perwerde kirin û bûn bingeha Şoreşa Rojava. Arîn Mîrkan, Avêsta û Bêrîvan, ji bo ku îdiaya jiyaneke azad di warê fikrî, leşkerî û siyasî de pêk bê, berdêlên pir giran dan.

Jin bi çalakvaniya xwe dibin berdewamiya ruhê berxwadêr yê ku her diçe nûjen dibe û ji xaliya agirê wan kulîlkên azadiyê şîn dibin, di vê rêyê de heval Arîn Mîrkan, Avêsta û Bêrîvan bi çalakiyên xwe yên fedaî û bi teqandina bedena xwe, hêzên faşîst li herêmê perçiqandin û têk birin. Bi sedan jinên qehreman, ji şehîda yekem heval Silava û Bêrîvan, heta hevala Sorxwîn û Azadî, canê xwe kirin mertal û bûn rêwiyên nemiriyê. Ev berdêlên giranbiha bûn sedema ku têkoşîn û biryardariya YPJ'ê hîn bêtir bilind bibe û ber bi serkeftinê ve biçe. Dîrok ne tenê çîrokeke lê ew mîna herikîna çemekî her zindî ye ku sînorên azadiyê ne bi pênûsê, lê bi her dilopek xwîna xwe li ser rûyê vê axê neqişandin. Dema ku îro li ser vê axê tê gotin "Em ê heta dilopek dawîn a xwîna xwe nirxên xwe biparêzin " ev sozeke hebûnê ye ku li ser rûpelên rastiyê hatiye nivîsandin. Mînaka herî şênber, herî zindî û herî pîroz a vê rastiyê bêguman berxwedana taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ne. Ev her du tax di nav pelên dîrokê de ne tenê du kolan in, ew bûn stargeha vîneke ku tu carî serî netewandin .Li wir her bostek ji axê bi ked hat parastin û tu şer yan tu êrişî nikarî koka darên jiyanê ji vê axê qut bikin, lê belê ev mîrateya giranbuha ya ku bi xwînê hatiye avakirin îro li pêşberî lîstokeke nû û xetereyeke polîtîk a mezin radiweste.

 Fikrên ku dewlet an neteweperestî û zayendperestî bi pêş dixin di rastiyê de ne ji bo pêşvebirina civakê ye, armanc dikin ku destkeftiyên şoreşê bê bandor bike û nasnameya resen ya YPJ'ê tune bike. Li hemberî vê plana dawîn helwesta gel û bi taybet jinan ne tenê bertekek e, lê rûpela herî zelal a berxwedanê ye. YPJ'ê ne tenê hêzek leşkerî ye, lê nasname, rûmet, sîwanê azadiyê û misogeriya jiyana hevpar e. Tunehesibandina YPJ'ê ji bo gel tê wateya tunekirina vîna parastina cewherî. Di encamê de lîstokên yên hêzên demkî çi dibin bila bibin vîna ku di kûrahiya kolanên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de şîn bûne tu carî serî natewînin. Heta ku gel xwedî li artêşa xwe ya jinan anku YPJ'ê derkeve û parastina cewherî weke xeta sor bibîne tu plan nikarin vê şoreşê binpê bikin.

Ala rûmetê ya ku bi xwîna lehengan hatiye hildan dê her tim di asoyên azadiyê de li ba bibin û dîrok dê careke din binivîse ku vîna jinan û vîna gelan ji hemû planên wan ên qirêjî xurttir e.

Lava Sîdo endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê ya Dêrikê ye.