Mîhrîcana Zarokan a 9’emîn li Kobanê pêk hat

Li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya Kobanê Mîhrîcana Zarokan a 9’emîn hate lidarxistin.

1 îlon, 2026   15:42
KOBANÊ

Mîhrîcana Zarokan a 9`emîn ku her sal li bajarê Kobanê li dar dikeve, îsal jî bi amadebûna bi sedan zarok û malbatên wan li hola mezin a Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido dest pê kir. Beriya mîhrîcanê zarokan daxuyanî da û bertekên xwe yên li hember biryara Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê ya têkildarî zimanê kurdî nîşan dan.

Piştî wê komeke zarokan ber bi holê ve çû û li wir beriya ku mîhrîcan dest pê bike, ji bo bêranîna şehîdan deqeyekê rêz girt.

Di mîhrîcanê de li ser navê komîteya amadekar Şêrîn Ararat axivî û bal kişand li ser bandora mîhrîcanên wiha li ser derûniya zarokan. Şêrînê mîhrîcan li hemû malbatên şehîdan û Rêber Abdullah Ocalan û malbatên amade pîroz kir û got: “Zarok nifşên pêşerojê ne û hêjayî hemû pîrozbahiyan in, ji bo vê yekê em îro Mîhrîcana Zarokan bi coş û heyecaneke mezin çêdikin.”

Mîhrîcanê bi tevlêbûna 11 komên cuda yên muzîk, dîlan û şanoyê berdewam kir.

Mîhrîcan bi diyarîkirina spasnameyan ji bo her komekê, bi dawî bû.

­­­ekîb

ANHA