Li Şamê şer derket: Kesek hate kuştin

Li bajarokê Kenakirê yê Şamê di navbera çend kesan de şer derket. Di şer de kesek hat kuştin û 6 kes birîndar bûn.

Li Şamê şer derket: Kesek hate kuştin
1 îlon, 2026   16:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li bajarokê Kenakir ê gundewarên Şamê şer di navbera çend kesan derket û bombe hatin avêtin. Di encama şer de kesek hat kuştin û 8 kes birîndar bûn.

Li gorî SOHR‘ê şer ji ber nakokiyeke di navbera çend kesan de dest pê kir, piştre çek û bombe hatin bikaranîn.

SOHR‘ê da zanîn ku hêzên ewlekariyê berê xwe da cihê bûyerê û pevçûn bi dawî kir, birîndar jî rakirin nexweşxaneya Quneytîrayê.

Li bajarok alozî dewam dike.

(bb)