Mîhrîcana ku diyarî pakrewanan hat kirin dest pê kir

Ji bo 34’emîn Mîhrîcana Çanda Kurd a Navneteweyî ya bi dirûşma "Bi Rêbertiya Azad ber bi Civaka Demokratîk", ji bajarên cuda yên Ewropayê Kurdistanî û dostên wan li Dortmundê tên ba hev. Mîhrîcan diyarî pakrewanên têkoşîna azadiyê hat kirin.

Mîhrîcana ku diyarî pakrewanan hat kirin dest pê kir
5 îlon, 2026   11:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi pêşengiya Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) û Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E), ji bo mîhrîcana ku diyarî pakrewanên têkoşîna azadiyê hatî kirin gelek kes ji saetên siharê ve tên qadê.

 Piştî kontrolên ewlekariyê jin, ciwan û zarok bi cil û bergên herêmî û bi flamayan diçin qada mîhrîcanê.

 Li nuqteyên cuda yên mîhrîcanê govend tê gerandin, gelek kes bi otobus û wesayîtan beşdar dibin.

 Girseya ku li benda destpêkirina bernameyê ye, li qadê dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd namirin” berz dikin.

 Li qada mîhrîcanê gelek stand hatine danîn.