Di teqînên li Idlibê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da

Di encama teqînên li bajarokê Benş ê Idilbê de, 2 kesan jiyana xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn. Heta niha sedema teqînan nehatiye diyarkirin.

Di teqînên li Idlibê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da
1 îlon, 2026   15:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Gerînendetiya Rewşa Awarte û Rêveberiya Karesetan a Parêzgeha Idlibê diyar kir ku di encama teqînên dijwar ên li pey hev de ku li bajarokê Benş ê Idlibê pêk hatin, 2 kesan jiyana xwe ji dest daye û 5 kes jî birîndar bûne. 

Heta niha sedem û jêdera teqînan bi awayeke giştî nehatiye zelalkirin.

Li gorî agahiyên destpêkê, hin çavkanî dibêjin teqîn di depoya çekan de çêbûne, hin jî dibêjin sedema teqîna wesayeteke cebilxaneyê ye. Lê heta niha ji hêla hikumetê ve tu daxuyaniyên fermî nehatine dayîn.

(sb)

ANHA