Mîhrîcana Rojava bi semînerên çandî û nivîsên hunerî didome

Roja çaremîn a 9`emîn Mîhrîcana Rojava ya Çand û Hunerê bi semînerên li ser Kurd û Kurdistanê, helbest û çîrokên bi zimanê Kurdî û Erebî bi dawî bû.

Mîhrîcana Rojava bi semînerên çandî û nivîsên hunerî didome
Mîhrîcana Rojava bi semînerên çandî û nivîsên hunerî didome
Mîhrîcana Rojava bi semînerên çandî û nivîsên hunerî didome
Mîhrîcana Rojava bi semînerên çandî û nivîsên hunerî didome
Mîhrîcana Rojava bi semînerên çandî û nivîsên hunerî didome
Mîhrîcana Rojava bi semînerên çandî û nivîsên hunerî didome
18 kanûn, 2023   23:03
QAMIŞLO

9`emîn Mîhrîcana Rojava ya Çand û Hunerê ku ji aliyê Hevgirtinê Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) ve bi dirûşma “Em ê li ber serê her şehîdekî sirûdeke azadiyê biçînin” ve tê lidarxistin, di roja xwe ya çaremîn de li navenda HRRK`ê ya li bajarê Qamişlo didome.

Endamên sazî û yekitiyên rewşenbîrî, dezgehên ragihandinê û nivîskar beşdarî mîhrîcanê bûn. Di mîhrîcanê de semînera bi sernavê `Kurdelojiya` ji milê Nivîskar Faris Osman ve, her wiha semînera bi sernavê `Komeleya Xoybûn` ji aliyê Nivîskar Delawer Zengî ve hat dayîn.

Faris Osman diyar kir ku Kurdelojî di rojhilatnasiyê de derket, bi nivîs û lêkolînên ser Kurd û Kurdistanê pêk hat û got: “Di sala 1288`an de pirtûka yekemîn ser Kurdan derket, Mawiryîtsiyo Garzonî ve yekemîn ferhenga bi zimanê Kurdî derket û li Romayê hat weşandin. Di dema dagirkirina Fransayê ji Kurdistanê re şandeyên fransî çand Kurdan ji deverên din ên cîhanê re dan nasîn, ji milê Almanyayê ve jî piştî têkbirina Osmaniyan û dîtina niftê li Kurdistanê piştgirî hat dayîn, her tişt hate guhertin.”

Dilawer Zengî jî got: "Piştî têkçûna şoreşa Şêx Seyîd gelê Kurd rastî gelek zextan hat, pêwîstiyek wan bi avakirina rêxistinekê hebû, wê demê li gelek deverên Kurdistanê agirê berxwedanê nehatibû vemirandin. Gelê Kurd ê ku ji neçarî koç kiribûn binxetê, li wir xwe gihandin hev û Komeleya Xoybûn avakirin. Di 1927`an de Komeleya Xoybûn bi serokatiya Celadet Bedirxan hat avakirin, gelek biryar di kongreya damezrîner de girtin, ji wan şoreşê li hember dewleta Tirk bidomînin, serhildanê bi serokekî tenê li çiyayê Agirî bikin. Têkiliyên xwe bi dewletên derdorê û gelê Kurd re berfirehtir bikin. Bi vî awayî gelek nûnerên xwe şandin deveran her ku diçû ew bi nav û deng dibû.”

Dilawer Zengî destnîşan kir ku di xala 17`an a biryarên kongreya xwe de girtibûn balkêş bû, ew jî belavkirina û xurtkirina wêjeya Kurdî û pê re bilindkirina asta hestên neteweyî di nava civaka Kurd de û wiha pê de çû: “Komeleyê ji bo alîkariya gelê Kurd ê xizan li Hesekê saziyek vekir, di sala 1938`an jî li Amûdê yekemîn dibistana Kurdî vekir ku tê de zimanê Kurdî dihat fêkirin. Di qada leşkerî de piştgirî da şoreşa Agirî jî.”

Piştî semîneran şevbuhêrka helbestê û çîrokên bi zimanê Kurdî û Erebî hat lidarxistin. Di şevbuhêrkê de Beşîra Derwêş, Ciwan Silo, Helîma Xelîl, Diyaa Skender, Yasmîn Meşayix, Ebdulbarî Ehme, Ebdulcabir Hebîb, Erîfa Bekir, Kamîran Şêxê û Ebdulrehman Mihemed berhemên xwe gotin.

Beşdarvan li belgefilma bi navê “El Necar” a ku bi derhêneriya Xelîl Sehracrd ve hatiye derxistin, temaşe kir.

9`emîn Mîhrîcana Rojava ya Çand û Huner bi çalakiyên cuda heta 28`ê Kanûnê dewam dikin.

(sb)

ANHA