CENTCOM: Zêdetirî 2 hezar keştî di Hurmuzê re derbas bûne

Fermandarê CENTCOM’ê Brad Cooper ragihand ku zêdetirî 2 hezar keştiyên bazirganî di Tengava Hurmuzê re derbas bûn.

CENTCOM: Zêdetirî 2 hezar keştî di Hurmuzê re derbas bûne
19 îlon, 2026   17:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) Admiral Brad Cooper daxuyand ku rêyên sereke yên derbasbûnê li Tengava Hurmuzê ji mayînan paqij in û got hêzên Amerîkayê ji bo misogerkirina çûnûhatina deryayî bi hevparên xwe re dixebitin.

Cooper anî ziman ku bi saya dabînkirina parastina hevahengkirî zêdetirî 2 hezar keştiyên bazirganî di Tengava Hurmuzê re derbas bûn.  Cooper da zanîn ku qebareya petrol û kelûpelên ku di du hefteyên borî de bi rêya Hurmuzê hatine veguhastin gihîştiye asta xwe ya herî bilind a 6 mehên dawî.

Cooper da zanîn ku CENTCOM ji bo zêdekirina tevgera deryayî û misogerkirina derbasbûna keştiyan bi hevparên xwe re dixebite û destnîşan kir ku Amerîka operasyonên xwe yên deryayî li derdora tengavê didomîne.

Ev daxuyanî di demekê de tên ku aloziyên têkildarî çûnûhatina deryayî li Tengava Hurmuzê ku yek ji girîngtirîn rêyên deryayî yên bazirganiya cîhanî ya petrol û gazê ye berdewam in.

(f)