Mazlûm Ebdî û parêzgarê Helebê civiyan

Şêwirmendê Serokkomariya Sûriyeyê Mazlûm Ebdî û parêzgarê Helebê Ezam Xerîb dosyayên entegrasyona saziyên leşkerî, sivîl û xizmetguzarî, vegera şêniyên Efrînê û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û geşedanên herêmê nîqaş kirin.

Mazlûm Ebdî û parêzgarê Helebê civiyan
19 îlon, 2026   16:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêwirmendê Serokkomariya Sûriyeyê Mazlûm Ebdî, siyasetmedara Kurd Îlham Ehmed, Fermandarê Tûgaya Kobanê Mehmûd Berxwedan, endamê Komîteya Entegrasyonê Xeznê Nebî û Gerînendetiyêa Herêma Kobanê bi parêzgarê Helebê Ezam El Xerîb û fermandarê koma 2‘yemîn Casil El Ewad civiyan.

Civîn li avahiya parêzgariya Helebê pêk hat.

Li gorî Kanala El Exbariya, di civînê de pêvajoya entegrasyona îdarî, ewlehî û leşkerî, rewşa xizmetguzariyê hatin nîqaşkirin.

Her wiha dosyaya vegera şêniyên li herêmên ku entegrasyon lê tên kirin, dozên girêdayî amadekirina mercên guncaw ên vegera koçberan û berdewama xebatên xizmetguzariyê li wan herêman bi taybetî Efrîn, Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatin vegotin.

(bb)