Buhayên sotemenî, xurek û gumrikê zêde dibin

Li Sûriyeyê buhayên sotemeniyê, xurek û veguhastinê zêde dibin. Ji ber vê yekê hêza kirînê kêm bûye û gelek malbat neçar mane xwe bispêrin alîkariyên ji derve yan jî deynan bikin da ku pêdiviyên xwe yên rojane bi cih bînin.

Buhayên sotemenî, xurek û gumrikê zêde dibin
Buhayên sotemenî, xurek û gumrikê zêde dibin
Buhayên sotemenî, xurek û gumrikê zêde dibin
Buhayên sotemenî, xurek û gumrikê zêde dibin
19 îlon, 2026   07:40
QAMIŞLO
RÊNAS REMO

Îsal (2026) li Sûriyeyê buhayên sotemenî û xurekê li gorî salên berê ji sedî nêzî 200 bilind bûn. Vê yekê bandoreke mezin li jiyana welatiyan kiriye û bû sedema hêrseke mezin û xwepêşandanên rojane.

Di sala 2021‘an de Rêveberiya Xweser berhemên petrolê bi erzanî pêşkêşî welatiyan dikirin. Lîtreyeke mazotê ya ji bo firin û erebeyên veguhastinê bi 100 lîreyên Sûriyeyê pêşkêş dikir. Lîtreya mazota ji bo sobeyan bi 250 lîreyan, mazota ji bo pîşesaziyê bi 300 lîreyan dida. Her wiha mazota turîzmî bi 400 lîreyan, lîtreya benzînê bi 410 lîreyan pêşkêş dikir, ya gazê bi 300 lîreyan û buhayê cereke gazê bi 800 hezar lîreyan bû.

Di navbera 2022-2024‘an de dewleta Tirk êrişî binesaziya enerjî û gazê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û binesaziya petrol û enerjî û gazê wêran kirin. Lê Rêveberiya Xweser karîbûna bi budçeyekê ku milyar û nîv dolarî derbas kir, binesaziyê sererast bike.

Di sala 2025‘an de Rêveberiya Xweser petrol bi buhayê derxistina wê pêşkêş dikir. Li gorî komîteyên sotemeniyê, buhayê lîtreyeke mazotê hezar û 100 lîre bû, yê mazota turîzmî bi 4 hezar lîreyên Sûriyeyê pêşkêş dikir.

Bi destpêka pêvajoya entegrasyonê a li gorî Peymana 29‘ê Çileyê û ketina cihên petrolê ya destê hikumeta veguhêz re, hikumet her carê buhayên petrolê zêde dike.

Herî dawî di 4‘ê Îlonê (2026) de hikumeta veguhêz lîsteya nû ya buhayên petrolê derxist. Li gorî wê, benzîna oktan 95 bi 152 lîreyên Sûriyeyê yê nû (15 hezar û 200 lîreyê kevn), ya oktan 90 bi 147 lîreyê Sûriyeyê yê nû, lîtreya mazotê bi 125 lîreyan, cera gazê ya malan bi hezar û 470 lîreyan, cereya gazê ya pîşesaziyê bi 2 hezar û 350 lîreyan bilind kirin.

13‘ê Îlonê hikumeta veguhêz buhayên petrolê gelekî buha kir. Buhayê lîtreya benîza oktan 95 kir kir 195 lîreyên Sûriyeyê yên nû an ku 19 hezar û 500 lîreyên kevin, benzîna oktan 90 kir bi 185 lîreyî, mazot bi 185 lîreyî, lîtreya mazotê bi 185 lîreyê. Her wiha buhayê cereyeke gazê ya malan kir bi hezar û 600 lîreyî, cereya gazê ya pêşesaziyê di navbera  2 hezar û 560- 2 hezar û 570 lîreyî, toneke fuel jî kir bi 25 hezar û 800 lîreyî.

VEGUHASTIN

Zêdekirina buhayên sotemeniyê rasterast bandor li tevgera çûn û hatinê û kirêya rêyan kiriye.

Kirêya rêwiyekî ya veguhastina di navbera Dêrik û Qamişlo- Hesekê û Qamişlo –Til Koçerê ku di navbera wan de 97 kîlometre heye berê 11 hezar lîreyên Sûriyeyê bû. Lê ji 4‘ê Îlonê ve gihaşt 50 hezar lîreyî.

BUHAYÊN XUREKÊ

Madeyên xurekê berê bi gumrikeke sembolîk di deriyê Sêmalkayê re derbas dibûn. Lê piştî ku hikumeta veguhêz rêvebirina derî wergirt gumrik jî zêde kir.

Şêniyê bi navê Beşîr Silêman ku dikanek wî ya xurekê li Tirbespiyê heye anî ziman ku buhayên madeyên xurekê ji sedî 60 bilind bûye, ev jî bandoreke gelekî mezin li rewşa jiyanî kiriye.

Buhayên sotemenî û xurekê zêde dibin, lê mûçeyên karmendan hîna wekî xwe ne ku di asta navînî de 100 dolar e.

Welatî diyar kirin ku mûçeyên wan ji sedî 10‘an pêdiviyên bingehîn ên malbatekê bi cih nayîne, an ku mûçe têra 3 rojan nake. Lew ra malbat xwe dispêrin alîkariyên ku xizmên wan ji derve ji wan re dişînin an ku divê sermiyanek 2 an 3 karên din di ber re bike da ku karibe pêdiviyên malbatê bi cih bîne.

MALBAT ÇAWA DEBARA XWE DIKE?

Şêniyê bi navê Hemze Elyan Cuma yê ji Tirbespiyê li ser pirsgirêkên jiyanî û bihabûnê wiha got: "Em ne dijîn, lê belê em roj bi roj krîza jiyanî bi rêve dibin. Plasaziyek ji bo sibe an jî hefteya bê lukseke ku bi dest me nakeve. Em sebzeyan bi liban dikirin û zeytê bi weznê dikirin. Em girîngiyê bêtir didin derman û nan tenê."

Hemze Elyan Cuma diyar kir ku ji ber zêdebûna buhayên sotemeniyê û derengmayîna serfkirina fatoreyên genim ew neçar ma deynan bike da ku meserefên xwarin, derman, perwerde û veguhestinê peyda bike. Cuma ev li gotinên xwe zêde kir: "Min pere deyn kirine û hevjîna xwe aniye nexweşxaneyê. Heya fatoreya genim bidin ez deynên li ser xwe bidim."

Şêniyê bi navê Mihemed Zekî Misto yê ji bajarê Tirbespiyê da zanîn ku zêdebûna kirêya veguhestinê bûye sedem ku lêçûna xwendekarên ku diçin zanîngeh an dibistanan beşek mezin ji budceya mayî bixwe, zêdetirî vê yekê kirêya veguhastinê di navbera bajarên biçûk û gundan de zêde bûye.

Beşîr Silêman destnîşan kir ku sûka navendî bi taybetî piştî zêdekirina ji nişka ve ya buhayê mazotê sekinî ye.

Silêman da zanîn ku piştî bilindbûna buhayan, malbat êdî pêdiviyên bingehîn dikirin û madeyên din ên xurekî wekî goşt û birinc betal kirin.

Beşîr Silêman got, ji ber bilindbûna kirêya çûn û hatinê û pêdiviyên xurekê, zehmetiyên xelkê gundan mezintir in, vê jî bandorek mezin li tevgera bazaran kiriye.

(bb)

ANHA