Xelkê Dêrazorê banga lêvegera li biryara girtina rêveberiyên perwerdehiyê kir

Xelkê gundewarê rojhilatê Dêrazorê bang li Gerînendetiya Perwerdehiyê kir ku biryara rêveberiyên perwerdehiyê yên li herêmên betal bikin.

Xelkê Dêrazorê banga lêvegera li biryara girtina rêveberiyên perwerdehiyê kir
19 îlon, 2026   17:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Xelkê bajarê Sosê û gundên derdora wî yên rojhilatê Dêrazorê bang li Gerînendetiya Perwerdê û Fêrkirinê kir ku li biryara girtina Rêveberiya Perwerdehiyê ya Sosê vegerin û got divê pêşînî berdewama xizmetên perwerdehiyê û îdarî ji bo pêşkêşkirina ji xwendekar û dibistanên li herêmê re were misogerkirin.

Di daxuyaniyekê de şêniyan got girtina rêveberiyê bandorê li hejmarek xizmetguzariyan dike, weke navendên ezmûnan ên xwendekarên bawernameyan û wê barekî zêde ji bo xwendekaran çêke.

Li gorî şêniyan, 6 nobetdar û 4 hişedar di rêveberiyê de hene

Li gorî şêniyan, di vê rêveberiyê de 6 nobedar û 4 hişedar kar dikin ku tê plankirin bo dibistanên cuda bên veguhestin. Lê da zanîn ku parastina vê rêveberiyê navendeke îdarî ya bi cihêrengiyeke guncaw ji bo çavdêrîkirina karûbarên dibistanan, karmend û xwendekaran peyda dike.

Şêniyan metirsiyên xwe der barê mekanîzmaya dabînkirina pirtûk û pêwîstiyên perwerdehiyê nîşan dan ku dema dibistanên girêdayî vê rêveberiyê ji bo rêveberiyê de din hat veguhastin.

Ev metirsî ji bo gund û deverên derdorê weke Şeife û Baxozê jî derbasdar in.

Girêdayî mijarê, mamosteyên Rêveberiya Perwerdehiyê ya Firatê li Ebû Hemam û Keşkiyê di 17’ê Îlonê de, têkildarî biryara girtina rêveberiyê neçûn dewama dibistanê û banga betalkirina biryarê kir. Girêdayî wê rêveberiyê 71 dibistan hene û xizmetê ji bo zêdetirî 30 hezar xwendekar pêşkêş dike.

Di 18’ê Îlonê de jî, şênî û rûspiyên Xeranîc û Behre banga betalkirina biryara girtina Rêveberiya Xeranîc kir. Ew rêveberî xizmetê ji bo bi dehan dibistan û bi hezaran xwendekaran pêşkêş dike. Girêdayî rêveberiyê 67 dibistanê hene û xizmetê ji 20 hezar xwendekar re pêşkêş dike.

Li Rêveberiya Perwerdehiyê ya Bokemalê jî di 2’yê Îlonê de li ser rewşa mûçe û tawîzdanên darayî xebatên îdarî û perwerdehiyê hatin taloqkirin.

(f)