Mîhrîcana Qamişlo ya Çandî didome

Di roja 3‘yemîn a Mîhrîcana Qamişlo ya Çandî de panelek li ser dîroka Qamişloyê hat lidarxistin, nivîskar Konê Reş hat xelatkirin û helbest hatin xwendin.

Mîhrîcana Qamişlo ya Çandî didome
Mîhrîcana Qamişlo ya Çandî didome
Mîhrîcana Qamişlo ya Çandî didome
Mîhrîcana Qamişlo ya Çandî didome
Mîhrîcana Qamişlo ya Çandî didome
Mîhrîcana Qamişlo ya Çandî didome
Mîhrîcana Qamişlo ya Çandî didome
Mîhrîcana Qamişlo ya Çandî didome
Mîhrîcana Qamişlo ya Çandî didome
Mîhrîcana Qamişlo ya Çandî didome
Mîhrîcana Qamişlo ya Çandî didome
Mîhrîcana Qamişlo ya Çandî didome
19 tebax, 2026   22:16
QAMIŞLO

Mîhrîcana Qamişlo ya Çandî ya ku bi boneya sedsaliya avabûna bajarê Qamişloyê ji aliyê Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) ve hatiye organîzekirin, li avahiya hevgirtinê di roja sêyemîn de dewam dike.

Bernameya roja sêyemîn bi beşdariya hejmarek rewşenbîr bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre nivîskar Konê Reş behsa navaroka pirtûkên xwe yên ku li ser dîroka Qamişloyê ve nivîsandine kir û diyar kir ku pirtûkek din li ber çapê ye.

Konê Reş qala destpêka avabûna Qamişloyê, pêşketina avahîsazî û demografiyaya herêma Cizîrê kir. Bi bîr xist ku herêm di aliyê avahîsaziyê de dawiya sedsala 19‘an û destpêka sedsala 20‘an bi taybet piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn pêş ket.

Konê Reş guhertin û veguhertinên siyasî yên di wê qonaxa ku herêm tê re derbas dibûn jî şîrove kirin.

Beşdaran li ser mijara panekê nêrîn û pirsên xwe anîn ziman û bersiva pirsên wan hatin dayîn. Piştre nivîskar Konê Reş ji ber berhemên xwe yên li ser bajarê Qamişloyê ji aliyê HRRK‘ê ve hat xelatkirin.

Di dawiyê de helbestvan Ebdusemed Mehmûd, Şev Hesen, Hikmet Îbrahîm, Ebûd Mexso, Dildar Aştî, Can Îbrahîm, Behzad Hisên û Ejder Îso helbest xwendin.

(bb)

ANHA