Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya 2 şehîdan aşkera kir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku li gundewarê Hesekê ya kantona Cizîrê  û MInbicê 2 endamên wê şehîd bûne..

Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya 2 şehîdan aşkera kir
Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya 2 şehîdan aşkera kir
Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya 2 şehîdan aşkera kir
18 kanûn, 2023   22:45
HESEKÊ

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi 2 daxuyaniyên cuda ragihand ku endamê wê Xelîl Hemîd li gundewarê Hesekê û Ferec Xelef El Nasir li gundewarê MInbicê şehîd bûne. 

Navendê detayên êrişê parve kirin û got: "Endamê me Xelîl Îbrahîm Hemîd pêncşemê li Şedadê, ji aliyê kesên nenas ve hate hedefgirtin û şehîd bû.

Endamê me Ferec Xelef El Nasir li Minbicê dema erka xwe pêk dianî, şehîd bûye.

Nasnameya şehîdan wiha ye:

Nav û paşnav: Xelîl Hemîd

Navê bav: Îbrahîm

Nave dayîkê Zehiya

Cih û dîroka tevlêbûnê: Ebû Rasên 1-1-2017

Cih û dîroka şehadetê: gundê Ecace yê Şedadê 14-12-2023

 Nav û paşnav: Ferec El Nasir

Navê bav: Xelef

Navê dayîkê: Ibtîsam

Cih û dîroka tevlêbûnê: Minbic 29-8-2018

Cih û dîroka şehadetê: Minbic 17-12-2023"

(şx)

ANHA