Artêşa Îsraîlê kuştina fermandarekî Hemasê ragihand

Artêşa Îsraîlê ragihand ku fermandarê Tûgaya Refehê ya Hemasê  Naîl Ebû Ubeyd hatiye kuştin.

Artêşa Îsraîlê kuştina fermandarekî Hemasê ragihand
19 îlon, 2026   23:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê îro ragihand ku fermandarê Tûgaya Refehê ya Hemasê  Naîl Ebû Ubeyd vê hefteyê hat kuştin.

Di daxuyaniya artêşê de ku li ser X‘ê hat weşandin hate gotin, Naîl Ebû Ubeyd di salên şer de leşker û welatiyên Îsraîlê rehîn digirt û di sala 2014‘an de cîgirê fermandarê Tugay Refehê bû. Li gorî artêşê, Ebû Ubeyd beşdarî binçavkirina general Hedar Goldin û çawiş Nimrod Cohen bibû.

(bb)