Di teqîna li Dêrazorê de 11 kes mirin

Di encama teqîna li Dêrazorê qewimî heyanî niha 11 cenaze dîtine û 10 kes jî birîndar in.

Di teqîna li Dêrazorê de 11 kes mirin
19 îlon, 2026   09:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarokê Eyaş ê dikeve rojavayê Dêrazorê duh (înê) teqîn çêbû. Aliyên têkildar dan zanîn ku depoya cebilxaneyê teqiyaye û ev depo girêdayî Wezareta Parastinê ye. 

Li gorî agahiyên herî dawî heyanî niha di encama teqînê de 11 kes mirine û 10 kes jî birîndar bûne, xebatên lêgerînê hîna berdewam dike.

(np)

ANHA