Di roja 3‘yemîn de li Senemên alozî û lêgerîna malan

Di roja sêyemîn de hêzên ewlehiyê li bajarokê Senemên ê gundewarê Derayê belav bûne û lêgerîna kesên girêdayê koma ku 3 endamên wê kuştine didomînin.

Di roja 3‘yemîn de li Senemên alozî û lêgerîna malan
19 îlon, 2026   17:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Aloziya ewlehiyê ya li bajarokê Senemên ê gundewarê bakurê Derayê di roja sêyemîn de dewam dike.

Li gor çavkaniyên xwecih, hêzên ewlekariyê li taxa rojava li malan lêgerîna kesên girêdayî şaneya Muhsin El Himed ên ku 3 endamên wê kuştine, didomînin.

Berbanga 17‘ê Îlonê dema serdegirtinê pevçûn derket. Di encamê de 3 endamên hêzên ewlehiya hundirîn hatin kuştin û hejmarek birîndar bû. Hêzên Ewlekariyê wê demê qedexeya çûn û hatinê ragihandibû.

18‘ê Îlonê berpirsê hêzên ewlekariyê yê Derayê şaneya ku 3 endamên wê kuştine aşkera kirin û da zanîn berpirsên şaneyê Muhsin El Hîmed û Ehmed Osman (Kişkî) ne. Her wiha anî ziman ku di dema lêgerînê de miqdarek çekd û bombe hatin desteserkirin û lêgerîna endamên din ên şaneyê dewam dikin.

Hêzên ewlekariyê îro jî ragihand ku Welîd Felah ku yek ji berpirsên din ên şaneyê yê kuştina 3 endmanan jî hate girtin û aşkera kir ku lêgerîn hîna jî didome.

(bb)

ANHA