Li Derayê ciwanek di encama teqînekê de jiyana xwe ji dest da

Li gundewarê Derayê ciwanek di encama teqîna bombeyekê de jiyana xwe ji dest da.

Li Derayê ciwanek di encama teqînekê de jiyana xwe ji dest da
19 îlon, 2026   20:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gundewarê Diwêra yê Derayê ciwanek dema li motorsîklêtê bû, di encama teqîna mayînekê de jiyana xwe ji dest da.

Li bajarê Tefesê yê rojavayê Derayê çekdarên nenas bombeyên destan avêtin malekê. Li gorî agahiyan zerarên canî û madî çênebûne.

Hate ragihandin ku li nêzî çerxerêya Bab Terablusê ya naverasta bajarê Hemayê pevçûneke rû da. Encamên wê nehatin zanîn.

(bb)