Konferansa Sînemaya Rojava bi pêşniyaran û hilbijartina komîteya şopandinê bi dawî bû

Konferansa Sînemaya Rojava piştî 3 rojan, xebata xwe li Qamiçşlo bi dawî kir. Di konfransê de pêşniyar hatin pejirandin û komîteya şopandinê hat hilbijartin.

Konferansa Sînemaya Rojava bi pêşniyaran û hilbijartina komîteya şopandinê bi dawî bû
26 tîrmeh, 2026   14:55
QAMIŞLO

Li bajarê Qamişlo di navbera 24-26`ê Tîrmehê de Konferansa Sîneaya Rojava bi dirûşmeya "Ber bi Sînemayek Modern ve" hat lidarxistin, zêdetirî sed sînemagerên ji Rojava, digel sînamegerên Kurd ji beşên din ên Kurdistanê beşdar bûn.

Di roja yekem a konferansê de çend mijarên sereke, bi taybetî pênasekirina sînemaya Kurdî û nasnameya wê, têkiliya di navbera sînemayê û civakê de û rewş û rola jinan di sînemayê de, hatin gotûbêjkirin.

Her wiha mijarên perwerdeyê û zehmetiyên nîşandana fîlman, her weha jêhatîyên afirîner ên berdest û çawaniya bikaranîna wan ji bo xizmeta sînemayê bi rêya bernameyên perwerdeyê, gotûbêj kirin.

Di roja duyemîn de mafên qanûnî yên çêkerên fîlman û her wiha mekanîzmayên avakirina têkiliyên hevkariyê di navbera saziyên cûda de ji bo xizmeta pêşkeftina sektora sînemayê, her wiha awayên xurtkirina têkiliyan bi saziyên sînemayê yên li derveyî herêmê hatin tobûbêjkirin.

Di roja sêyem û dawî de, pêşniyarên ku ji rûniştinên rojên yekem û duyem derketin holê, hatin gotûbêjkirin, her wiha komîteyek demkî ji bo şopandina pêkanîna encamên konferansê, ku ji pênc endaman pêk tê, di nav wan de Diyar Hiso, Reşîd Mihemed û Sefînaz Evdikê hene, hat hilbijartin.

Konferans bi encamnameyê bi dawî bû, navaroka encamnameyê wiha ye:

Çîrokên me nasnameya me ye û bi sînemaya hevpar em karin çîrokên xwe mayînde bikin. Em weke sînemagerên Rojava di 24-25 û 26 ê Tîrmehê de di konferansek sînemayî de hatin gel hev û bi diruşmeya “ber bi sinemayeke nûjen ve” me bi tevahî rewşa sînemaya Kurd a li Rojava nirxand û gihaştin encamên girîng.

Meha Tîrmehê ji bo me meheke gelekî girîng e. Ji ber ku şoreşa 19’ê Tîrmehê di vê mehê de pêk hat û di her warê jiyanê de pêşiya me vekir. Di navbera salên 2012 û 2015’an de weke her xebatî li ser sînemayê jî nîqaşên berfireh hatin kirin û di encam de cardin di meha Tîrmehê de di sala 2015’an de Komîna Film a Rojava hat damezrandin. Ev sazî 11 salan bê navbar kar û xebatên sînemayê berdewam kir; roj bi roj hijmar, xebat û saziyên sînemageran jî zêdebûn. Saziyên pewerdehiyê hatin damezrandin, festîval hatin lidarxistin û çîrokên me bi rêya fîlman hatin honandin. Di van 11 salan de bingehek ava bû.

Li ser vê bingehê di warê sînemayê de pêwistî bi pêngavek nû hebû. Ji bo wê jî diviya bû ku hemû sînemagerên Rojava werin gel hev, çarenûsa sînemaya Rojava binîrxînin û goftûgo bikin. Lewre, bi dirûşmeya “Ber bi sînemayeke nûjen ve” Konferansa Sînemagerên Rojava hat li darxistin.

Di vê konferansê de danehev û tecrûbeya 11 salan hat nîqaşkirin. 2 roj nîqaşên gelek berfih hatin kirin. Di rojeva yekem de nasname û peywira hunera sînemayê, pêva girêdayî doza Kurd û sînema, civak û sînema, doza jinê û sînema, bi giştî pirsgirêkên fikrî û naverokê yên sînemaya Rojava hat nêqaşkirin. Di rojeva duyem de li Rojava pirsgirêkên sînemaya kurd û pêkanînê, rewşa perwerdeya sînemayê, produksiyon û post produksiyon, rewşa festîval û nîşandana fîlman, bi giştî hemû pirsgirêkên pratîkî ya sînemayê bi berfirehî hatin nîqaşkirin. Di rojeva sêyem de pêwistiya avakirina pergalek berfireh, sazîbûyîn û rêxistinbûyînê hat nîqaşkirin. Di vê beşêde pêwistiya damezrandina Yekîtiya Sînemagerên Rojava hat ser ziman. Di rojeva çaremîn de jî mijara pêwendiyên sînemaya Rojava hatin nîqaşkirin. Bi giştî pêwendiyên sînemagerên rojava bi Rêveberiya Rojava re, bi Suriyê re, bi beşên din yê Kurdistanê û bi cîhana sînemayê re çawa be? Li ser bersiva van pirsan nîqaşên berfireh hatin meşandin.

Di encamê de; rêgezên esasî ku sînemaya Rojava li ser yek bibe; ew e ku sînemaya me bibe sînemayeke azad, sînemeyeke nûjen; sînemayeke li gorî nirxên azadiya jinê, sînemayeke resentiya civaka xwe nas bike û xwebûnê esas bigire, sînemayeke ku nirxên demokrasiyê, pirrengî û pirçandiyê biparêze û geş bike; sînemayeke rast; rastgo; û çeleng.

Her wisa, baş hat dîtin ku; zehmetî, kêşe û astengî li pêş pêkanîna sînema de pir in. Lê belê ya rast ew e ku tevî hemu astengiyan jî karên mezintir werin kirin. Em bawer in, ku em ê bi hev re; hilberîna filman zêde bikin, nîşandana filman berfirehtir bikin, perwerdeyên sînemayî xurtir û rasttir bikin. Ji bo wê jî pêwistî heye ku bingeh û jêresaziyên berfireh ên sînemayê werin avakirin. Ji bo vê jî bi tekoşîn, kar û xebatek berfireh xurtkirina vê qadê weke erkek sereke li pêşiya, me, sînemageran e.

Da ku ev hemu birêkûpêk bicih werin; pêwistiyek mezin bi yekgirtin û bi rêxistinbûyînê heye; rêxistinbûyînek ku hemû sînemageran di bin sîwanek de bîne gel hev; ku mafên sînemageran biparêze; karên sînemayê hêsan bike, piştgir be û pêş bixîne. Ji bo avabûna vê saziya sîwan a sînemayê; wê Komîteyeke damezrîner were hilbijartin, erk bigre û li ser rêziknameya vê sazîbûyînê karek bike. Di rojên pêş de û di demek guncav de, ji hêla endamên konferansê ve ev rêzikname were nixandin. Piştî pejirandina rêziknameyê wê ev sazî were ragihandin û dest bi karê xwe bike.

Bi vî rengî em ê cihê xwe, bi nasnameya xwe, di nav sînemaya Sûriyayê de bigirin; bi sînemagerê cîhanê re danûstendinê bikin û em ê armanc bikin ku ku di navbera hemû beşên Kurdistan de hevgirtina sînemagerên Kurd pêşkeve.

Yekem car li Rojava ji sedî zêdetir sînemager di konferansek sînemayî de hatin gel hev û bi berfirehî rojev û pirsgirêkên sînemayê nîqaş kirin. Ev konferans di pêşketina sînemaya Rojava û Kurdistanî de hêviyê me mezin kir, pêşeroşa me zelalkir, rêya serkeftin û mezinbûyînê diyar kir. Êdî ji bo sînema û sînemagerên rojava, roj û rojevek nû hat avakirin.