Hişyariya bilindbûna asta çemê Firatê hat dayîn

Gerînendeyê Giştî yê Saziya Giştî ya Bendava Firatê, hemwextî bilindbûna asta ava çemê Firatê, hişyarî da xelkê parêzgehên Reqa û Dêrazorê ji nêzbûna çemê.

Hişyariya bilindbûna asta çemê Firatê hat dayîn
19 îlon, 2026   17:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Gerînendeyê Giştî yê Saziya Giştî ya Bendava Firatê Heysem Bekor bi rêya medyaya dîjîtal hemwextî zêdebûna asta avê ya ji Bendava Kedîran a ji çend rojan ve diherike, hişyarî da xelkê parêzgehên Reqa û Dêrazorê ku ji çemê Firatê nêzîk nebin.

Bekor da zanîn ku tê texmînkirin ku mîqdara ava ku ji Bendava Kedîran diherike, di sêşema bê de bigihîne hezar û 200 metredam di çirkeyê de û wê heta 15’ê Cotmehê dewam bike.

Bekor bang li şêniyan kir ku ji çemê Firatê bi dûr bikevin, wê asta çemê bilind bilind bibe û bi lez biherike.

Saziya Giştî ya Bendava Firatê di 15’ê Îlonê de ragihandibû ku deriyê 6’an a bendavê vekiribû.

(f)