Berdevka Kongra Star: Li hember hewildanên paşguhkirin jinan em ê têkoşîna xwe bidomînin

Berdevka Kongra Star Gulîstan Gulo da zanîn ku di qonaxa veguhêz a heyî û xebatên entegrasyonê de jin tên paşguhkirin, ev gav şantajeke rastî ya li hemberî destkeftiyên jinan e, ji bo misogerkirina mafê jinan li Sûriyeyê wê têkoşîna wan berdewam bike.

Berdevka Kongra Star: Li hember hewildanên paşguhkirin jinan em ê têkoşîna xwe bidomînin
19 îlon, 2026   10:18
QAMIŞLO
JÎNDA DILSOZ

Der barê sedema civîna Kongra Star a bi Parêzgerê Hesekê Nûredîn Ehmed ku di 15`ê Îlonê de bi amadebûna endamên rêxistinên jinan li herêmê pêk hat, Berdevka Kongra Star Gulîstan Gulo ji ajansa me re axivî.

Gulîstan Gulo da zanîn ew hevdîtin ji bo nîqaşkirina rola jinan, metirsiyên li ser îrade û hebûna wê, her wiha kêmaniya ku rastî jinan tê bi awayeke xwedî girîngî pêk hat.

Di hevdîtinê de her du aliyan metirsiyên kiryarên paşguhkirina rewşa jinan nîqaş kirin, şandeya jinan di hevdîtinê de daxwaz kirin ku kêmdîtina îradeya jinan bê rawestandin, destkeftiyên jinan ên di rêwîtiyeke dirêj a têkoşînê de bi dest xistiye bê parastin, di heman demê de daxwaz kirin hebûn û rola jinan di pêvajoya entegrasyonê de bê pêşxistin.

Gulîstan Gulo ji ber kêmkirina rêjeya beşdariya jinan di sazî, rêveberî û hemû lîsteyên pêvajoya avabûnên nû de, tirsa ji biryarên dawî ya ku bi awayeke diyar derdikeve holê nîşan da, destnîşan kir ku piştgî rola mezin a jinan ji bo çareserkirina pirsgirêka Sûriyeyê, niha rêkar bêyî dîtina îradeya jinan pêk tên.  

Gulîstan Gulo da zanîn ku jin kedeke mezin ji bo gihandina şoreşê, azadkirina jinan û civakê pêşkêş kir û wiha got: “Lê tişta me piştî destpêkirina pêvajoya entegrasyonê dît, lawaziya balkişandina ser aliyê jinan de bû, ev li ser siberoja jinan li herêmê xeteriyeke.”

Di berdewamiya axaftina xwe de Gulîstan Gulo diyar kir ku divê hebûna jinan di vê qonaxê de bê pêşxistin û wiha dom kir: “Bi taybet piştî ku jin di qada civakî û îdarî de bû xwedî tecrubeyek, divê rêjeya beşdariya jinan di navendê biryarê û pêvajoya ji nû de avakirina Sûriyeyê de bê bilindkirin.”

Berdevka Kongra Star Gulîstan Gulo di dawiya axaftina xwe de bang li jinan kir ku asta rêjeya têkoşîna xwe ya birêxsitinkirî bilind bikin, ji bo vê qonaxa veguhêz a hesas kedê bide, parastina destkeftiyên dîrokî û rola jinan wekî şirîkeke pêşeng di pêvajoya avakirinê de, mafeke jê veger tune ye.

(sb)

ANHA