Hûsiyan li Erebistana Siûdî dan

Hûsiyan ragihand ku wan Riyad û tesîsa petrolê ya Aramco ya li Yenbehê bi mûşekên balîstîk û krûz û dronan bombebaran kirin.

Hûsiyan li Erebistana Siûdî dan
19 îlon, 2026   22:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Hûsiyan ragihand ku wan bi mûşekên balîstîk û krûz û dronan li paytexta Erebistana Siûdî Riyad û tesîsa petrolê ya Aramco ya li Yenbehê xistine.

Berdevkê leşkerî yê Hûsiyan Yehya El Serî bi daxuyaniyekê got: "Operasyona yekemîn li Riyadê li dijî armancên hesas pêk hat  û ya duyemîn jî li dijî kampanyaya Aramco ya li Yenbehê pêk hat."

Berdevkê Hûsiyan anî ziman ku "Operasyon bi serketî encam da û li cihên hedefkirî şewatên mezin derketin."

Her wiha gefa domandina êrişan li dijî Erebistana Siûdî xwar û got, heya êriş û ambargoya li ser Yemenê bi dawî nebin dê êrişên wan nesekinin.

(bb)