Li Til Temirê peykerê Şehîdê Asûrî hat danîn

Partiya Asûrî ya Demokratîk bi merasîmekê li Til Temirê peykerê Şehîdê Asûrî danî.

19 îlon, 2026   22:12
HESEKÊ

Partiya Asûrî ya Demokratî bi merasîmekê peykerê Şehîdê Asûrî li qada Şehîdên Asûrî ya bajarê Til Temirê. Di merasîmê de girseyek şênî amade bû.

Çalakiyê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Dûre berpirsê Partiya Asûrî ya Demokratîk Nînos Îşo axivî û diyar kir ku hilbijartina Til Temirê ji bo danîna peykerê girêdana xwe bi dîrok û hebûna gelê Asûr ya li herêma Xabûrê re heye.

Îşo da zanîn ku peyker kevirek nîn e, lê şahideyê bîra gel û werçerxên wî yên dîrokî û fedakariyên gelê wî dike.

Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Xerîb Hiso diyar kir ku bibîranîna şehîdan bi rêya peyker û nîşaneyên sembolîk armanca mayîna fedakariyên wan li pêş nifşên bê ye.

Hiso got peyker sembola dîrokî û fedakariyên gelên herêmê ji Asûrî, Kurd, Ereb û hwd ne.

Merasîm bi pêxistina mûman ji bo fedakariyên şehîdan û nûkirina soza parastina mîrasa wan bi dawî bû.

(f)