Li Qamişlo rewşa helbesta Kurdî mijara panelê bû

Li Baxçeyê Xwendinê yê bajarê Qamişlo li ser rewşa helbesta Kurdî, dijwarîyên ku tevgera wêjeyî pê re rû bi rû ye û girîngiya xwendin û nivîsandina bi zimanê dayikê di pêşxistina çand û wêjeyê de, panelek hat lidarxistin.

Li Qamişlo rewşa helbesta Kurdî mijara panelê bû
Li Qamişlo rewşa helbesta Kurdî mijara panelê bû
Li Qamişlo rewşa helbesta Kurdî mijara panelê bû
Li Qamişlo rewşa helbesta Kurdî mijara panelê bû
Li Qamişlo rewşa helbesta Kurdî mijara panelê bû
Li Qamişlo rewşa helbesta Kurdî mijara panelê bû
15 tîrmeh, 2026   21:30
QAMIŞLO

Yekîtîya Rewşenbîrên Czîrê li Baxçeyê Xwendinê yê Qamişlo der barê rewşa helbesta Kurdî panelek li dar xist. Hijmarek nivîskar û rewşenbîr beşdar bûn.

Panel bi deqeyek rêzgirtin  dest pê kir, piştre helbestvan Anahîta Sîno panel bi rêve bir û li ser  rola helbestê di belgekirina rastiya herêmê û veguheztina ezmûna berxwedanê de bi mêvanên panelê re gotûbêj kir.

Di di panelê de Anahîta Sîno çend pirs ji helbestvan Feyrûz Reşik û Dilyar Osê kirin, li ser xebatên wan ên wêjeyî, ezmûna wan di nivîsandina helbestan de, qonaxên herî girîng ên ku bandor li ser berhemên wan ên afirîner kirine.

Mêvanên panelê der brê ezmûna xwe û nêrînên xwe axivîn, her wiha bal kişandin li ser rola helbestê di domandina veguherînên civakî û çandî de û têkiliya belbestê bi nifşên nû yên nivîskar û helbestvanan re.

Panel bi nirxandin û pirsên beşdaran bi dawî bû.

(k)

ANHA