ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-12-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-12-2023
19 kanûn, 2023   02:00

Koçberên Efrînê yên li kampên koçberiyê dimînin, bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hember dorpêça hikumeta Şamê şermezar kirin û gotin: "Me ji kaniya fikrê Rêber Abdullah Ocalan vexwariye û em bi siyasetên birçîkirin û dorpêçê nayên qirkirin." (BI WÊNE Û DÎMEN)

Emîne Omer diyar kir ku di kongreya 4′an a MSD′ê de dê guhertin di sazûmaniya meclisê de çêbibin  ku karibe bibe pêngaveke xurttir di qada siyasî û diplomatîk de. Her wiha destnîşan kir ku dê girîngeiyeke mezin bidin dîplomasiya civakî. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Cîgirê hevseroketiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destnîşan kir ku dorpêça hikumeta Şamê ya li ser kantona Efrîn û Şehbayê û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê beşeke  dorpêça giştî ya li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şaredariya Gel a Şihêl a kantona Dêrazorê stasyoneke ava vexwarinê bi cih kir ku dê 15 hezar welatî jê sûd bigirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Bi nêzîkbûna roja 80'î ya şerê li Xezayê, bangên navneteweyî yên rawestandina şer zêde dibin nexasim hemwextî zêdebûna hejmara qurbaniyên sivîl û îdiayên ku dibêjin nakokî di navbera Amerîka û Îsraîlê de derketine. Gelo rewş ber bi ku ve diçe? Senaryoyên pêşbînkirî çi ne?

Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiya greva birçîbûnê ya li navçeya Amûdê dest pê kiriye, bi dawî dike saet di 10:00`an de.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê sersaxî didin şervanê QSD`ê Egîd Serêkaniyê û şervanê HPG`ê Kendal Cûdî li gundê Qirmanî ya navçeya Dirbêsiyê saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên Hesekê sersaxî didin malbatên şervanê QSD`ê Qendîl Şedadê û endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Xelîl Hemîd saet di 11:00`an de.  (BI WÊNE Û DÎMEN)

Kongreya Îslama Demokratîk têkildarî narkotîkê semînerekê li hola Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Temirê saet di 12:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Heyva Sor a Kurd nexweşxaneya kanser û şewatê li Qamişloyê vedike saet di 15:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Mîhrîcana 9`an a Rojava di roja 5`an de li navenda HRRK`ê ya li Qamişloyê didome saet di 16:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

PYD`ê şaxê kantona Minbicê têkildarî neteweya demokratîk panelekê li hola Meclisa Rêveber ya li kantonê li dar dixe saet di 16:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA