Sîpan Hemo sersaxî da malbatên qurbaniyên teqîna li Dêrazorê

Alîkarê Wezîrê Parastinê yê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê yê kar û barên herêma rojhilat Semîr Elî Oso (Sîpan Hemo) sersaxî da malbatên qurbaniyên teqîna depoyeke cebilxaneyê ya li bajarokê Eyaş ê Dêrazorê.

Sîpan Hemo sersaxî da malbatên qurbaniyên teqîna li Dêrazorê
19 îlon, 2026   19:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Alîkarê Wezîrê Parastinê yê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê yê kar û barên herêma rojhilat Semîr Elî Oso (Sîpan Hemo) ji bo kesên di teqîna depoya cebilxaneyan a li bajarokê Eyaşê yê rojavayê Dêrazorê de canê xwe ji dest dane, peyama sersaxiyê li ser X‘ê weşand.

Di peyamê de wiha hatiye gotin: “Em sersaxiyê didin malbatên şehîdên teqîna depoya cebilxaneyê ya li Eyaşê yê gundewarê Dêrazorê, her wiha şîfaya lezgîn ji birîndaran re dixwazin. Ji xweda dixwazin ku şehîdan bi rehma xwe ya berfireh şand bike.”

Duh di depoya cebilxaneyan a li bajarokê Eyaşê yê rojavayê Dêrazorê de di depoyeke cebilxaneyan de teqînek pêk hat. Di encamê de 11 kes hatin kuştin û 10 kes birîndar bûn. Xebata lêgerînê dewama dike.

(f)