Li Eşrefiyê ciwanekê bi kêrê hat kuştin

Li taxa Eşrefiyê ya Helebê ciwanek bi kêrê di mala wî de hat kuştin.

Li Eşrefiyê ciwanekê bi kêrê hat kuştin
19 îlon, 2026   23:15
NAVENDA NÛÇEYAN

SOHR‘ê ragihand ku li taxa Eşrefiyê ya Helebê cenazeyê ciwanekî ku bi kêrê hatiye kuştin di mala wî de hate dîtin.

Ciwanê hatî kuştin ji gundê El Bû Asî yê rojavayê bajarê Tebqayê ye. Kujer û sedemên kuştina wî nehatin zanîn.

SOHR‘ê ragihand ku ji destpêka îsal (2026) ve, 372 sûcên bi vî rengî yên kuştinê hatine kirin, di encamê de 319 mêr, 32 zarok û 55 jin hatin qetilkirin.

(bb)