Festîvala Genim li Qamişloyê dest pê kir

Festîvala Genim a Salane ya Yekemîn îro li Qamişloyê dest pê kir. Armanca festîvalê ew e ku dîroka genim û qonaxên çandiniya wî, her girîngiya wî ya aborî û çandî nîşan bide.

29 tîrmeh, 2026   13:22
QAMIŞLO

Navenda Lêkolînên Zanistî ya Çandiniyê Festîvala Genim a Salane ya Yekemîn li herêma Cizîrê, li Stadyuma 12`ê Adarê ya Qamişloyê bi beşdariya çend sazî û rêxistinan li dar xist.

Di festîvalê de amûrên destan ên ku di qonaxên cuda yên çandinî û berhevkirina genim de têne bikaranîn, her wiha amûrên kevneşopî yên çandiniya genim hatin nîşandan.

Her wiha xwarinên ji genim hatine çêkirin, li gel cureyên nan û xwarinên kevneşopî, şîraniyên gelêrî yên ku ji genim hatine çêkirin, hatin pêşandan.

Di beşeke din de hunerên destan û aksesuarên folklorîk ên ku ji hêla jinan ve ji sinbilên genim hatine çêkirin hatin pêşandan. Beşdarên li qada festîvalê xwarinên kevneşopî jî amade kirin, wekî nanê tenûrê, genimê kelandî û meyîr.

Fakulteya Çandiniyê ya Zanîngeha Rojava, Navenda Lêkolînên Çandiniyê, meclisên bajar û şaredariyên Hesekê û Qamişloyê, malbatên şehîdan, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Yekitiya Ciwanan, Yekitiya Sporê, Kongra Star, Enstîtuya Jineolojiyê, Enstîtuya Jinwar, Saziya Jinan a Desteya Kar û Barên Civakî û Kedê, Tevgera Civaka Demokratîk û Desteya Çandê beşdarî festîvalê bûn.

Festîvalê bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre li ser navê komîteya amadekar Abdulrahman Hesen axivî. Hesen diyar kir ku ev festîval li herêma Cizîrê yekem festîvala bi vî cureyê ye û hêviya xwe anî ziman ku ew ê bibe bûyereke salane ku di salên pêş de bi pêş bikeve.

Di merasîma vekirinê de govend ji hêla Koma Şehîd Reyhan a Dayikan ve hatin pêşkêşkirin. Di bernameya festîvalê de dê sînevîzyoneke li ser dîroka genim, li gel çalakiyên hunerî û muzîkê ji hêla Koma Pêla û Koma Dîlanên Gelêrî ya Şehîd Mizgîn werin pêşkêşkirin, her wiha dê hunermend Comerd û Berbang Helat jî stranan bêjin.

Festîval îro heta saet 13:00 berdewam dike, dûre saet 16:00’an ji nû ve dest pê dike û dê heta heta saet 20:00’an dewam bike.

(k)

ANHA