Turnovaya baskêtbolê ya Şehîd Ronahî Amanos bi dawî bû

Li bajarê Reqayê turnovaya baskêtbolê ya jinan a Şehîd Ronahî Amanos bi dawî bû. Turnova duh, bi tevlêbûna 4 tîman dest pê kiribû.

2 cotmeh, 2025   17:03
REQA

Duh li bajarê Reqayê turnovaya baskêtbolê ya jinan a Şehîd Ronahî Amanos bi tevlêbûna 4 tîman ji kantonên Cizîr, Reqa û Firatê, dest pê kir. 

Di roja duyemîn û dawîn a turnovayê de, maç di navbera tîma Reqa û tîma Kobanê de li dar ket ku bi serkeftina tîma Kobanê bi dawî bû.

Dûre di navbera tîma Qamişlo û tîma Hesekê de maç dest pê kir ku bi serkeftina tîma Hesekê bi dawî bû.

Di dawiya turnovayê de Yekitiya Werzîşê û Desteya Ciwan û Werzîşê ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tîma yekemîn Qamişlo, tîma duyemîn Hesekê, tîma sêyemîn Kobanê xelat kirin. Tîma Reqayê, xelata tîma nimune wergirt.

Listîkvana tîma Hesekê Nûr Namis xelata listîkvanê herî baş, listîkvana tîma Reqayê Tebarek El Muhsin xelata listîkvana herî serkeftî û listîkvana tîma Hesekê Ronîda Tahir listîkvana nîşander wergirtin.

(şx)

ANHA