Medyaya erebî: Guhertinên herêmî hevkêşeya ewlehiyê ya Rojhilata Navîn vediguherînin

Rojnameyên erebî bal kişand ser guhertinên siyasî û leşkerî yên li herêmê, bandorên şer ên li ser Deryaya Sor û Kendavê, pêşeroja çarseriyê li Lubnanê û bandorên têkildarî dosyayê Rojhilata Navîn li ser şertgiriya navneteweyî ya di navbera DYA û Çînê de.

Medyaya erebî: Guhertinên herêmî hevkêşeya ewlehiyê ya Rojhilata Navîn vediguherînin
16 tîrmeh, 2026   10:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyaya erebî diyar kir ku herêm derbasî qonaxeke nû ya mijarên ewlehiya herêmî û veguhertinên di hevsengiya berjewendiyên hêzên navneteweyî de dibe.

‘HURMUZ Û EL MENDEB DI HEVKÊŞEYA EWLEHIYA HERÊMÎ DE’

Rojnameya El Ereb El Lundiniye bal kişand ser şerê dawîn ê ku hevsengiya hêzan li Rojhilata Navîn guherand û kendavên Hurmuz û Bab El Mendeb kirin 2 xalên sereke yên hevkêşiya ewlekariya herêmî û navneteweyî.

Her wiha diyar kir ku koma Hûsiyan wek bernameya nukleerî ya Îranê veguheriye kaxezeke zextê ya Îranê, ev dihêle çareserkirina vê dosyayê bibe pêwîstiyeke stratêjîk.

Rojnameyê da zanîn ku agirbesta di navbera Erebistan Siûdî û Hûsiyan de ya ji sala 2022`yan, hişt ku ew kom asta hêza xwe ya leşkerî û siyasî bi pêş bixe, hebûna xwe ya çêker li herêmê bi bandor bike. Ev kom ji piştgiriya Îranê sûdê werdigire û hevsengiya hêzên li herêmê diguherîne.

Rojnameyê rêveberiya Hevpeymana Erebî rexne kir û destnîşan kir ku lawazkirina hêzên Yemenê yên dijberî Hûsiyan, hiştiye ku hêza wê komê bi bandortir bibe.

Rojnameyê diyar kir ku divê ji bo îstiqrara herêmê dosyaya Yemenê û dubare avakirina dewletê, çareseriyeke giştî bê danîn. Heke kontrola Hûsiyan wiha bimîne dê Bab El Mendeb bibe şantajeke domdar ji bo ewlehiya herêmî û çavdêriya tevgera deryayan a navneteweyî.

‘LUBNAN WEK HERÊMEKE CERIBANDINÊ JI BO ÇARESERIYÊN MEZIN’

Rojnameya El Qudus El Erebî jî da zanîn ku peymana herêma cerbandinê ya başûrê Lubnanê dibe ku bibe ezmûneke serkeftî ya Amerîka ya ji bo daxistina asta şer ya di navbera Lubnan û Îsraîlê de, her wiha bihêle ku bi rêya belavkirina artêşê û vekişîna hêzên Îsraîlê dewleta Lubnanê bê pêşxistin.

Hate destnîşankirin ku ji bo serkeftina vê mekanîzmayê divê hemû alî bixebitin, di nav de jî divê dewlet desthilata xwe li ser başûr ferz bike û li beramberî vê yekê Îsraîl vekişe. Heke rê hate dayîn ku Îsraîl mafê nirxandina pêkanîna peymanê pêk bîne, dê hebûna wê li herêmên dagirkirî bidome.

Rojnameyê da zanîn ku serketina vê tecrubeyê dê rê li pêşiya çareseriyên berfirehtir li herêmê veke, neserketina wê jî derfetên vegerandina îstiqrarê û serkêşiya dewleta Lubnanê lawaz bike.

‘TEHRAN; QADA ŞERTGIRIYA DI NAVBERA WASHINTON Û PEKÎNÊ DE’

Rojnameya El Erebî El Cedîd jî diyar kir ku tişta di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îranê de ya ku ji şertgiriya di navbera Washinton û Pekîn de nayê veqetandin, herêm bûye beşeke pêvajoya ji nû ve avakirina pergala navneteweyî.

Rojnameyê destnîşan kir ku tevgera Çînê bandorê li veguhertinên stratejîk dike û aloziyên herêmî derbas dike. Her wiha astengiyên aborî li cîhanê zêde dibin, ji bo derbaskirina van astengiyan dewletên li cîhanê ji bo xwetêrkirinê şîrketên herêmî ava dikin.

Rojnameyê da zanîn ku qonaxa heyî, ya ji nû ve danîna hevsengiya hêzên navneteweyî ye.

(sb)