9 kolanên sereke yên li bajarê Hesekê hatin zîftkirin

Li Hesekê şaredariyê bi dirêjahiya 7 km, 9 kolanên sereke zîft kirin û xebatên ji bo zîftkirina 13 kolanên din didomin.

9 kolanên sereke yên li bajarê Hesekê hatin zîftkirin
9 kolanên sereke yên li bajarê Hesekê hatin zîftkirin
9 kolanên sereke yên li bajarê Hesekê hatin zîftkirin
9 kolanên sereke yên li bajarê Hesekê hatin zîftkirin
16 tîrmeh, 2026   10:56
HESEKÊ

Şaredariya Gel a Hesekê di çarçoveya plansaziya projeyan a sala 2026`an de xebatên zîftkirinê û sererastkirina rêyên sereke li kolanên bajêr didomîne.

Serokê Beşa Lêkolînan a Şaredariya Gel a Hesekê Ehmed Şêxmûs diyar kir ku plan hatiye kirin ku îsal 22 kolanên sereke û hejmarek ji kolanên din ên kurt çêkin.

Dirêjahiya kolanên ku hatine zîftkirin 7 hezar 115 metre ye, lêçûna vê yekê bi giştî gihaştiye derdora milyonek û nîv dolarî.

Li gorî planê dê xebat heta bidawîkirina zîftkirina 13 kolanên sereke yên din bidome.

Ehmed Şêxmûs da zanîn ku xebatên zîftkirinê dê heta bidawîkirina plansaziya sala 2026`an bidome, miqdara zîfta ku îsal hatiye diyarkirin jî derdora 20 hezar metrekab e.

(sb)

ANHA