Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî êrişa li ser Hewlêrê şermezar kir

Serokwezîrê Iraqê êrişa hewayî ya li Hewlêrê şermezar kir û ragihand ku çavê xwe ji van hewldanên êrîşan re nagirin.

Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî êrişa li ser Hewlêrê şermezar kir
16 tîrmeh, 2026   10:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh bi şev bi sê droneyên xwekuj êrişî Konsolxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê hate kirin, lê ji aliyê sîstema parastina hewayî ya konsolxaneyê ve hatin xistin.

Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî, têkildarî êrişê li ser tora medya dijîtal ya X’ê daxuyaniyek belav kir. Zeydî diyar kir ku li ser bingeha berpirsiyariya xwe ya destûrî, bi tundî wê êrişa ku bi rêya balafirên bêmirov li ser bajarê Hewlêrê yê li Herêma Kurdistan-Iraqê hatî kirin, şermezar dikin.

Elî Zeydî destnîşan kir ku çavên xwe li van hewldanên serkêş nagirin ku bi bêhêvîtî dixwazin zirarê bidin aramiya gel û karwanê baweriyê ya di proseya avakirina dewletê û aştiya civakî de.

Her wiha Zeydî got: “Me ferman daye hemû dezgeh û pêkhateyên xwe yên ewlehiyê yên peywendîdar ku bi hemahengî li gel hêzên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê, ji bo rêgirtina li dubarebûna van êrişan û birîna destê her kes û aliyekî ku hewl dide ewlehiya civaka Iraqê li kuderê be têk bide, rênmayiyên pêwîst wergirin.

Hêjayî gotinê ye ku şeva borî çend caran êrişî li ser Herêma Kurdistanê hatin kirin û zirara madî gihîşt welatiyan, lê heta niha Îranê bi fermî berpirsiyariya van êrişên li ser Herêma Kurdistanê nexistiye ser xwe.