Medyaya Amerîkayê; Tirkiyeyê daxwaza Washingtonê ya terikandina S-400ˊan red kir

Di raporên medyayên Amerîkayê de hat bibîrxistin ku Tirkiye "Dev ji pergala mûşekan a parastina asîmanî ya Rûsyayê ya S-400ˊan bernade" û hat destnîşankirin ku Enqere amade ye dev ji vê pergalê berde, lê ne bi temamî.

Medyaya Amerîkayê; Tirkiyeyê daxwaza Washingtonê ya terikandina S-400ˊan red kir
6 mijdar, 2025   21:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyayên Amerîkayê ku xwe spartine çavkaniyên bi nav nekiriye, diyar kir ku Tirkiye "Dev ji pergala mûşekan a parastina asîmanî ya Rûsyayê ya S-400ˊan bernade."

Medyayan destnîşan kir ku "Tirkiye nîşan da ku ew amade ye dev ji moşekên S-400ˊan a Rûsyayê berde, lê bi temamî dev jê bernade, weke Washigton dixwaze."

Rûsya û Tirkiyeyê di sala 2017’an de, ji bo kirîna pergala parastina asîmanî ya Rûsyayê ya S-400ˊan, peymanek bi 2.5 milyar dolarî îmze kiribûn. Ew pergal di havîn û payîza 2019ˊan de teslîmî Tirkiyeyê hatibû kirin. Vê yekê hiştin nakokî bikeve navbera Tirkiye, Amerîka û dewletên rojavayê û ceza li ser berhmên leşkerî yên Enqereyê hatin birîn.

Çavkaniyekî Tirkî ji Sputnikê ya Rûsyayê re diyar kiribû ku raporên dibêjin ku Tirkiye pergala mûşekan a parastina asîmanî ya Rûsyayê S-400 difiroşe yan vedigerîne, ne rast in.

Ev yek piştre ji aliyê Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ve jî hate aşkerakirin ku hîna S-400ˊan li gel artêşa Tirkiyeyê ye û rewş nayê guhertin.

(ac/fr)

ANHA