‘Azadiya Rêber Apo doza her mirovek azad e’

Şêniyên bajarê Dêrikê yê kantona Cizîrê diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ne tenê dozeke bi gelê Kurd ve girêdayî ye, lê doza her mirovek azad ku bi edalet û mafên gelan ên çarenûsê bawer e, girêdayî ye.

‘Azadiya Rêber Apo doza her mirovek azad e’
7 mijdar, 2025   03:45
QAMIŞLO
KELSÛM ELÎ

Rêber Abdullah Ocalan, tevî şert û mercên kêm jî, têkoşîneke mezin di oxira doza dîrokî de raber dike. Şêniyan da zanîn ku pêwîstî bi bidawîanîna tecrîda li dijî wî heye û bang li rêxistinên navneteweyî û hiqûqî kir ku bi erkên xwe rabin.

Rêber Abdullah Ocalan di hevdîtina xwe ya dawî ya bi Şandeya Îmraliyê re ya 3’yê Mijdarê de destnîşan kir ku "Di nava şert û mercên kêm û sînorkirî de ji bo meseleyeke dîrokî em di nava hewldaneke cidî de ne. Em hewl didin asteke erênî biafirînin, ne neyînî û hilweşîner. Divê diyardeya Kurd bi her alî tevlî qanûnîtiya Komarê bê kirin û ji bo vê jî pêvajoyeke derbasbûnê ya xurt esas bê girtin. Derbasbûna li nava qanûnîbûnê ya bi rengê diyardeyeke bitunî wê hîmên hiqûqî yên Komara Demokatîk qewîn bike."

Menawer Ebdo yê ji xelkê bajarê Dêrikê yê kantona Cizîrê komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û tecrîda li ser wî şermezar kir û got: "Rêber Apo di tevahiya jiyana xwe de ji bo mirovahiyê têkoşiya. Rêbertî îdeolojiyek nû li ser bingeha aştî, demokrasî û azadiyê pêşkêşî cîhanê kir. Tenê ji ber ku banga edalet û wekheviyê di nava gelan de kirî, Îro di nav çar dîwaran de tê ragirtin."

Ebdo bal kişand ser zîhniyeta dewleta Tirk ku hîn jî di polîtîkayên xwe yên dîktatorî de israr dike û da zanîn ku "Dewleta Tirk înîsiyatîfên çareseriya demokratîk ên ku Rêber Apo berî bi salan dabûn destpêkirin, nas nake, tevî ku ev înîsiyatîf rêya rastîn a pêkanîna aştiyê li herêmê ne."

Ebdo bang li Neteweyên Yekbûyî(NY), Konseya Mafên Mirovan û hemû hêzên navneteweyî kir ku ji bo bidawîkirina tecrîda derqanûnî tedbîrên lezgîn bigirin û bi cidî li projeya çareseriya demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan binêrin û diyar kir ku "Azadiya Rêbertî ne tenê dozeke taybet bi gelê Kurd e, lê doza her mirovek azad e ku bi edalet û mafên gelan a çarenûsê bawer ve girêdayî ye. Em dixwazin qanûna mafê hêviyê pêk bê, ji ber ku Rêberê me hêviya me tevahî a siberoja aştiyane ye."

Ji aliyê xwe ve, jina bi navê Rojîn Temê diyar kir ku daxwaza azadiya Rêber Apo bi azadiya jin û civakê ve girêdayî ye û got: "Em daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan dikin, ji ber ku ew ne tenê ji bo Kurdan, lê ji bo gelên herêmê bi giştî sembola azadî û aştiyê ye."

Rojîn destnîşan kir ku jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji fikir û felsefeya Rêber Ebdullah Ocalan hêzê wergirtin û bi vê îradeyê şoreşek rastîn ber bi azadî û wekheviyê ve bi rê ve birin.

Şêniya bi navê Meyada Hesen jî tecrîda berdewam a li ser Rêber Apo şermezar kir û anî ziman ku pêwîst e qanûna "Mafê Hêviyê" were aktîfkirin û zext li saziyên navneteweyî were kirin, da ku berpirsiyariyên xwe yên yasayî û exlaqî bi cih bînin.

Şêniyan diyar kir ku ew ê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşînê bidomînin.

(ac/fr)

ANHA