Di binpêkirina nû ya Siwêdayê de 2 kes birîndar bûn

Hêzên Parêzvanên Niştîmanî yên Siwêdayê diyar kir ku hêzên hikumeta veguhêz bi doçkeyan êrişî taxên niştecihan ên Siwêdayê kir. Hemwextî wê nûçegihana me da zanîn ku di êrişan de zarokek û dayika wî birîdnar bûn.

Di binpêkirina nû ya Siwêdayê de 2 kes birîndar bûn
6 mijdar, 2025   22:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Parêzvanên Niştîmanî yên Siwêdayê bi daxuyan iyekê binpêkirineke nû ya peymana agirbestê ku berêvara îro ji hêla hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ve hatiye kirin, aşkera kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku hêzên hikumeta veguhêz bi çekên doçka avahiyên niştecihan ên li taxên bajarê Siwêdayê hedef girtin, di encamê de di nav de jin û zarok sivîl birîdnar bûn û zirarên madî bi avahiyan bûn.

Di dewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin yekîneyên ji Hêzên Parêzvanên Niştîmanî vê sibehê li beşa bakurê Siwêdayê droneke xwekuj a bombebarkirî xist xwarê. Ev dron ji bo hedefgirtina avahiyan hatibû şandin. Lê hêzan li nava zeviyekê xistin û tu zirar nebûn.

Li gorî daxuyaniyê ev rageşî bi hewla sîstematîk a têkbirina ewlehiyê El Cebel e û hat diyarkirin ku hêzên wan amade ne û dê li hember her gefekê bisekinin û bersivê bidin.

Di heman çarçoveyê de nûçegihana me da zanîn ku di hedefgirtina dawî de, dema ew li nêzî çerxerêiya Omran El Şeqrewayiyê bûn, zarokê bi navê Zên Kînan Ebû Fexir (4), dayika wî Elîs Mazin Bedriye (26) birîndar bûn û rakirin nexweşxaneyê.

(fr)