Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê: Ji destpêka salê vê 150 êriş li dijî hêzên me pêk hatine

Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê aşkera kir ku ji destpêka salê ve êrişên çeteyên DAIŞ'ê û çekdarên din ên li ser sivîlan û navendên girîng zêde bûne. Tenê ji destpêka salê ve, nêzê 150 êriş li ser navendên leşkerî û ewlehiyê hatine kirin ku di encamê de 6 şervanên wan şehîd bûn.

Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê: Ji destpêka salê vê 150 êriş li dijî hêzên me pêk hatine
19 tebax, 2025   07:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Ebdulkerîm Iweyid Fendî El Iweyid, di axaftineke taybet li gel ajansa me de, li ser rewşa ewlehî û leşkerî yên dawîn ên li gundewarê Dêrazorê, axivî. El Iweyid bal kişand ser zêdebûna êrişên DAIŞ’ê di mehên dawîn de û diyar kir ku hêzên meclisê bersiva wan êriş û gefan didin.

El Iweyd destnîşan kir ku ji destpêka salê ve şaneyên DAIŞˊê bi rêbazên nû êrişî hêzên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê yên li gundewarê Dêrazorê dikin. Di wan êrişan de nuqteyên ewlehiyê, binesazî û sivîlan tên hedefgirtin.

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê El Iweyid got: “DAIŞ tevliheviya piştî hilweşîna rejîma berê çêbûye firset digire û êrişî dever, sivîlan û hêzên me dike. Di van êrişan de taktîtên xwe guhertiye, çeteyan zêde dike."

Di dewama axaftina xwe de El Iweyid ev tişt anî ziman: “Bi tecrûbeyên ku me di têkoşîna li dijî terorê de girtiye, em zanin ku ev êrişên li dijî herêmên me tên kirin destê DAIŞˊê tê de heye. DAIŞ mijûlbûn û berxwedana me ya li dijî êrişên dewleta Tirk firset girt, xwe komî ser hev kir û çalakiyên xwe zêde kirin."

El Iweyid liv û tevgera DAIŞ`ê ya li herêmê nirxand û got: “Herêma Dêrazorê berfireh û çolistan e. Li her du beravên çemê Firatê dexil heye. Lewma ji bo şaneyan, stargeh e û dikare serbest dûrî çavan tev bigere. Gelek aliyên ku ji herêmên din hatine û çem derbas kirine, êriş hêzên me dikin.”

El Iweyid da zanîn ku 14`ê Tebaxê dema komeke şervanên meclisê, parastina navendeke tenduristiyê li herêma Xiranîj dikir, komeke çekdar ku tê texmînkirin girêdayî DAIŞˊê ye, êrişî wan kir.

Têkildarî mijarê El Iweyid ev agahî parve kirin: “Piştî li dijî herêma Xiranîj êriş hat kirin, me gelek ji êrişkaran girtin û dest bi lêpirsînê hate kirin. Me herêma çete ji wir êrişan pêk tînin tesbît kir. Dûre hêzên me dest bi operasyonê kir û di encamê de şer derket. Dawiya şer, êrişkerek hate kuştin û 3 din birîndar bûn. Roja din, hêzên me bi hevkariya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) operasyoneke berfireh li bajarokê Xiranîj dest pê kir. Di wê operasyonê de me 4 hevalên me yên revandî rizgar kir û 12 kesên gumanbar in ku DAIŞˊî ne girtin.”

El Iweyd destnîşan kir ku operasyon tevahiya şevê û heta sibeha 16’ê Tebaxê berdewam kir, di encamê de gelek cebilxane hatin desteserkirin. El Iweyid aşkera kir ku lêpirsîn hîna jî bi girtiyan re berdewam e da ku rola wan di êrişan de were naskirin.

El Iweyid diyar kir ku li dijî hêzên wan li herêma Dêrazorê tenê, 150 êrişên DAIŞ'ê çêbûne û ev li gotinên xwe zêde kir: “Meha borî zêdetirî 10 êriş li dijî hêzên me yên leşkerî û ewlekariyê çêbûne ku di encamê de 6 şervanên me şehîd bûne.”

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Dêrezorê Ebdulkerîm Iweyid Fendî El Iweyid di dawiyê de diyar kir ku hêzên wan li hember çi rageşiyekê amade ne û got: “Operasyonên me, bi sûd in. Di encamê de gelek şaneyên çalak hatin tunekirin, lewma aramî li herêmê vegeriya. Armanca me, em sivîlan biparêzin û nehêlin DAIŞ ji rewşa heyî firset bigire, êriş bike û vegere."

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku du rojan berê, QSD`ê daxuyaniyek weşand û piştrast kir ku Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê, bi beşdariya YPJ`ê, li bajarokê Xiranîj operasyoneke berfireh li dar xistiye ku di encamê de 12 çeteyên DAIŞ’ê girtine û 4 şervanên revandî (dîlgirtî) azad kirine. Di daxuyaniyê de hate piştrastkirin ku operasyon bi piştgiriya eşîr û niştecihên herêmê, wekî beşek hewldanên berdewam ên xurtkirina ewlehî û aramiyê li rojhilatê Dêrazorê, hatiye kirin.

(ac/şx)

ANHA