Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Dêrazorê civîna xwe ya salê li dar xist

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantona Dêrazorê civîna xwe ya salê li dar xist. Di civînê de ji bo sala bê, plansaziyeke giştî danî.

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Dêrazorê civîna xwe ya salê li dar xist
Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Dêrazorê civîna xwe ya salê li dar xist
Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Dêrazorê civîna xwe ya salê li dar xist
Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Dêrazorê civîna xwe ya salê li dar xist
Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Dêrazorê civîna xwe ya salê li dar xist
Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Dêrazorê civîna xwe ya salê li dar xist
Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Dêrazorê civîna xwe ya salê li dar xist
18 tebax, 2025   19:50
DÊRAZOR

Desteya Perwerdeyê ya kantona Dêrazorê bi dirûşma "Bi perwerdeyê hiş mezin dibe, siberoja nifşan ava dibe, şaristanî geş dibin û serfiraziya welatan bilind dibe" civîna xwe ya salê li dar xist. 

Deste ji civînê aramanc dike ku kar û xebatên xwe yên salekê binirxîne, ji bo sala bê plansaziyeke giştî deyne.

Di civînê de bi dehan mamoste, endamên komên perwerdeyê, hevserokê Desteya Perwerdeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Xelef El Meter, amade bûn.

Hevseroka Desteyê, Şirûq El Betah axivî û diyar kir ku perwerde mîna çireya ku jiyanê ronî dike û nifşan ava dike.

Hevserokê Desteya Perwerdeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Xelef El Metar destnîşan kir ku sala xwendinê ya borî tijî serkeftin û zehmetî bû, wan karî jêhatiyên veşartî yên xwendekaran kifş bikin, ew li vir in ne ji bo paşerojê lê ew ji bo siberojê amade bikin.

Endamê desteyê Bessam Cidêê perspektîfên perwerdeyê xwendin. Dûre hevseroka Komîteya Perwerde û Fêrkirinê Ridab El Saleh, rapora salane pêşkêş kir ku behsa destkeftî û zehmetiyên sereke mîna kêmbûna karmendên jêhatî, nebûna mamosteyên pispor û derengmayîna radestkirina sotemeniyê, pirsgirêkên têkildarî betlaneya dayiktiyê, qanûna kedkaran û parastina dibistanan, kir.

Di dawiya civînê de piştî nirxandinê gelek biryar hatin girtin:

- Aktîvkirina qanûna perwerdeya mecbûrî da ku mafê zarokan di perwerdeyê de were misogerkirin.

- Ji bo pêşxistina displîn û wekheviyê di navbera xwendekaran de, cilên dibistanan bibin yek.

- Ji bo pêşxistina jêhatiyên mamosteyan û nûkirina rêbazên fêrkirinê, avakirina akademiyên branşan.

- Peydakirina çapkerên navendî ji bo dibistanan da ku pirsên azmûnê standard bikin û nirxandina adil misoger bikin.

- Ji bo pêşxistina asta perwerdeyê, bicihkirina pergala xwendinê ya nûjen li li şûna ya kevin.

- Zêdekirina serdanên meydanî ji bo şopandina rêveçûna pêvajoya perwerdeyê û misogerkirina pabendîbûna bi pîvanan re.

- Dabînkirina pêdiviyên dibistanan ji bo misogerkirina berdewamiya pêvajoya perwerdeyê.

- Lidarxistina perwerdeyên havînê ji bo mamosteyan bi armanca başkirina şiyanên wan ên pîşeyî û nûjenkirina jêhatîyên wan.

- Lidarxistina civînên asayî bi dê û bavên xwendekaran re û aktîvkirina rola meclisên wan da ku hevkariya di navbera dibistan û malbatan de xurt bibe.

- Parastin û çakkirina dibistanan ji bo başkirina perwerdeyê û misogerkirina ewlehiya xwendekaran.

- Ji bo yekkirina pergala perwerdeyê di bin çavdêriya destyê de, divê peymangehên taybet bên girtin.

Ev civîn di pêşxistina perwerdeyê de li Dêrazorê gaveke girîng e, pabendîbûna desteyê ji bo avakirina pergaleke perwerdeyê ya yekgirtî nîşan dide ku li gorî hêviyên civakê be û siberoja nifşan di serî de ava bike.

(ac/şx)

ANHA