Manşetên rojnameyên erebî

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên vê sibehê de serdana Durziyan bo Îsraîlê, rageşiya di navbera Sûriye û Lubnanê de, her wiha êrişên Amerîkayê yên li dijî Hûsiyan nirxandin.

Manşetên rojnameyên erebî
18 adar, 2025   10:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Eşerq El Ewsat der barê seredana şêxên Durziyan ên Sûriyeyê ji bo Îsraîlê de ev nirxandin kir " Aliyên dîrokî yên vê serdanê hene. Ji dîrokê de cihê metirsiya xelkê ye, pir cara hiştiye ku Durzî bijarteyên dijwar hilbijêrin.Vê serdanê anî bîra Şamê ku komek civakî li Sûriyeyê heye ew jî xwedî maf in. Her wiha serdanê mijara kêmnetewan careke din xiste rojevê. Bi vê serdanê nîşan dan ku Durzî jî aliyek in, dîroka wan heye û metirsiyên wan jî hene û dikarin diyalogê bikin. "

METIRSIYÊN KU RAGEŞIYA DI NAVBERA LUBNAN Û SÛRIYEYÊ DE VEGUHERE ŞERÊ ŞIKANDINA HESTIYAN

Rojnameya El Ereb a Londonê jî rageşiya vê dawiyê ya di navbera artêşa Lubnanê û desthilata Şamê de rojev kir. Rojnameyê diyar kir ku dibe ev rageşî veguhere "Şerê şikandina hestiyan". Hate gotin, her aliyek hewl dide heybeta xwe û kapasîteya parastina ewlehiya neteweyî ferz bike.

Li gorî rojnameyê; aloziya Lubnanê di çarçoveya bihêzkirina helwesta serokatî û dezgehên leşkerî yên Lubnanê yên li hemberî bandora siyasî û leşkerî ya Hizbullahê de tê.

LI PIŞT HEDEFGIRTINA HÛSIYAN ÇI HEYE?

Rojnameya El Misrî El Youm ku cih daye êrişên Amerîka yên li dijî Hûsiyên li Yemenê, destnîşan kir ku "Êriş vê peyama zelal dide Tehranê ku dê Washingotinê li hemberî gefên wekîlên wê yên li ser herêmê bêdeng nemîne."

Rojnameyê destnîşan kir ku ev êriş "di çarçoveya stratejiyeke berfireh a DYA’yê ya ji bo rêgirtina li ber bandora Îranê û mîsogerkirina ewlehiya navîgasyonê de tên kirin."

(bb)