’Werin em agirê Newrozê geş bikin’
Endama Komîteya Amadekar a Pîrozbahiyên Newroza 2025’an li Kantona Cizîrê banga tevlîbûna bi coş a qadên Newrozê kir û got: “werin em agirê Newrozê bi peyam û banga Rêber Apo geş bikin.”

Amadekariyên Newroza 2025’an di bin dirûşma “Azadiya Fizîkî ya Rêber Apo, Misogeriya Civaka Demokratîk e” li Kantona Cizîrê li 7 navendan bê pîrozkirin, Endama Komîteya Amadekar a Pîrozbahiyên Newrozê û Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a Kantona Cizîrê Eyhan Murad ji ANHA`yê re axivî.
Eyhan Murad bi bîr xist ku agirê Newrozê di dîrokê de li hember zilm û zordariyê hatiye dadan, ew jî li dijî zordariyan vê salê wê li gelek qadan agirê Newrozê geş bikin. Newroz veguherî cejina hemû gelan ji pêkhateyên din jî ew jî bi cil û bergên xwe yên gelêrî bi wan re Newrozê pîroz dikin.
Eyhan Murad bal kişand ser bangewaziya dîrokî `Aştî û Civaka Demokratîk` ya ku Rêber Abdullah Ocalan (27`ê Sibatê) dabû û wiha anî ziman: “Îsal cudahî heye, em ê vê Newrozê bi peyam û banga Rêber Abdullah Ocalan pîroz bikin.”
Di axaftina xwe de Eyhan Murad destnîşan kir ku ew her sal ew Newroza xwe bi saya felsefeya Rêber Abdullah Ocalan û bi keda hezarên şehîdên Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz dikin.
Eyhan Murad bang li hemû gelan li Kantona Cizîrê kir ku bi coşeke mezin tevlî qadên Newrozê bibin û ev tişt got: “Newroza 2025’an wê bibê Newroza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan. Bi pêkanîna azadiya fizîkî ya Rêber Apo wê pirsgirêka Rojhilata Navîn û Cîhanê tevahî bê çareserkirin. Kilîta çareseriyê Îmralî ye.”
(re)
ANHA