Mamosteyên li Idlibê ji bo nûkirina peymanan xwepêşandan kir

Mamosteyên peymankar li Idlibê li ber Rêveberiya Perwerdeyê xwepêşandanek li dar xistin û daxwaza nûkirina peymanên xwe û vegera wan bo karên xwe yên mamostetiyê kirin.

Mamosteyên li Idlibê ji bo nûkirina peymanan xwepêşandan kir
11 tebax, 2026   15:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi dehan mamosteyên ku di sala 2021’an de bi peymanan dest bi kar kirine, li ber avahiya Rêveberiya Perwerdeyê ya Idlibê xwepêşandanek li dar xist û daxwaza nûkirina peymanên xwe û vegera wan bo karên xwe yên mamostetiyê kirin.

Di xwepêşandanê de, beşdaran pankartên ku daxwaza nûkirina peymanan dikirin, hilgirtin û destnîşan kir ku wan bi salan di sektora perwerdeyê de xebitîne û hewcedariya wan bi ewlehiya kar heye.

Pirsgirêka mamosteyên ji kar hatine derxistin û peymankar di sala 2026`an de li herêmên cuda yên Sûriyeyê bûye sedema xwepêşandanan.

Di Sibata borî de, Wezareta Perwerdeyê ragihand ku wê xebatên ji bo vegerandina bi hezaran mamosteyên ku di dema rejîma berê de ji karên xwe hatine derxistin, kiriye.

(k)

ANHA