Hêzên Ewlekariyê ji bo êrişa li ser şêniyên Serêkaniyê lêpirsîn vekir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn yên Hesekê der barê kesên ku êrişî şêniyên Serêkaniyê kiriye ku duh vegeriyan warê xwe, dest bi lêpirsînê kir. Çavkaniyeke taybet diyar kir ku dê hesab ji êrişkaran bê xwestin.

Hêzên Ewlekariyê ji bo êrişa li ser şêniyên Serêkaniyê lêpirsîn vekir
11 tebax, 2026   15:12
HESEKÊ

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Parêzgeha Hesekê têkildarî şantaj û êrişên li dijî şêniyên Serêkaniyê, dest bi lêpirsînê kir.

Duh (10 Tebax) karwanê yekemîn ê koçberên Serêkaniyê vegeriya warê xwe û di dema vegerê de êriş lê hatibû kirin.

Li gorî çavkaniyeke ewlehiyê ya taybet, Hêzên Ewlekariya Hundirîn dest bi lêpirsînê, komkirina agahiyên der barê êrişê de û tesbîtkirina agahiyên girêdayî berpirsyarên êrişê kiriye.

(sb)

ANHA