Malbatên dîlgirtiyan li benda zarokên xwe ne

Malbatên dîlgirtiyan ên Dirbêsiyê bang li aliyên têkildar kir ku zarokên wan serbest werin berdan.

Malbatên dîlgirtiyan li benda zarokên xwe ne
16 gulan, 2026   07:25
HESEKÊ
MÎRAV ÎSO

Malbatên dîlgirtiyan ev bûye 117 roj bi şev û roj li benda zarokên xwe ne ku agahiyekê jê bigirin û li bendê ne ku zarokên wan serbest werin berdan.

Narîman Remedan ji perava Sûriyeyê ye û niha li bajarê Dirbêsiyê dimîne. Hevjînê wê li gundê Sebah El Xêr ê di navbera Reqa û Hesekê de ji aliyê komên çekdar ve hatiye girtin. Ew şervanekî QSD`ê bû û hevjîna wî Narîman got piştî hatiye girtin heyanî niha tu agahî jê wernegirtine û aqûbeta wî ne diyar e.

Narîmanê anî ziman ku hevjînê wê 18`ê Kanûnê saet 18:00’an hatiye girtin. Li gorî Narîmanê piştî mehek û nîv endamekî hikumeta demkî li gel diaxive û jê re dibêje hevjînê wê li Reqayê li gel hikumeta demkî girtî ye.

Piştî demekê Narîman di dîmeneke li ser medya dijîtal de dibîne ku di lêpirsînê de hevjînê wê îşkence dikin û ew nizane ku hevjînê wê li ku derê ye.

Narîman, zarok û hevjînê xwe ji ber rewşa aborî ji peravê derbasî bajarê Dirbêsiyê dibin. Piştî ku hevjînê wê hatiye girtin niha ew û 2 zarokên xwe bi tenê li bajarê Dirbêsiyê dimînin. Narîmanê ji aliyên têkildar xwest hevjînê wê serbest were berdan.

Her wiha Talib Diyab Hisên ê ji Dirbêsiyê got kurê wî Berzan Hisên ev bûye derdora 4 mehan girtî ye.  Hisên anî ziman ku berî şer kurê wî Berzan li çiyayê Kizwanan di perwerdeyê de bû, perwerdeya wan 4 mehan dirêj kiriye. Piştî perwerde bi dawî bûye, şer dest pê kiriye û seferberî hatiye ragihandin. Ji wê demê agahî ji Berzan nagire û aqûbeta wî ne diyar e.

Hisên got wî ji dîlên ku serbest hatine berdan li rewşa kurê xwe pirsiye û wan agahî da ye ku kurê wî di girtîgeha Helebê de ye.

Her wiha diyar kir ku ew tenê dixwazin ku kurê wan vegere malê û bang li aliyên têkildar, rêxistinên mafên mirovan û hikumeta demkî kir ku hemû dîl serbest werin berdan û li malbatên xwe vegerin.

Hind Xidir a ji bajarê Dirbêsiyê jî daxwaz kir ku aqûbeta kurê wê Mehmûd Feysel Elî diyar bibe. Her wiha Hind Xidir da zanîn ku têkildarî Mehmûd tu agahiyên zelal negirtine û nizanin ka şehîd e yan jî di girtîgehê de ye û got Mehmûd beşdarî şerê taxa Şêxmeqsûd bûye. Ji wan re gotine ku di şer de şehîd bûye û cenazeya wî negirtine.

Heyanî niha malbata Mehmûd tu agahiyên zelal li ser rewşa wî wernegirtine û fermî ji wan re nehatiye gotin ku kurê wan şehîd e.

Hind Xidir di dawiyê de got ew dixwazin dengê wê bigihêjê raya giştî û hemû dîl li malbatên xwe vegerin.

 (np)

ANHA